Di şerê li navenda Reqayê qewimî de 11 çete hatin kuştin
Di şerê dijwar ên li taxên navenda bajarê Reqayê diqewimin de 11 çete hatin kuştin. Pêşveçûna şervanên QSD’ê dewam dike.
Di şerê dijwar ên li taxên navenda bajarê Reqayê diqewimin de 11 çete hatin kuştin. Pêşveçûna şervanên QSD’ê dewam dike.
Li taxên navenda Reqaya şer bi bijwarî di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de berdewam dike. Şervan derbên giran li çeteyan didin û pêşve diçin. Li taxên Nehda, Kurdan, Firdews û li derdora nexweşxaneya Wetenî ligel taxa Seken şer dijwar diqewimin.
Şervanan li taxa Nehda 4 nuqte ji destên çeteyan rizgar kirin. Di van şerê li vir de 11 çete hatin kuştin. Her wiha 3 şervan jî şehîd bûn.
Li ber nexweşxaneya Wetenî jî şervanan wesayîteke çeteyan rûxandin.