Cenazeyê şervanê YPG’ê Dilxwaz li Til Temirê hate veşartin
Welatiyên herêma Serêkaniyê û Til Temirê cenazeyê şervanê YPG‘ê Silêman Çaçan (Dilxwaz Serêkaniyê) bi merasîmekê li goristana şehîdan a bajarê Til Temir veşartin.
Welatiyên herêma Serêkaniyê û Til Temirê cenazeyê şervanê YPG‘ê Silêman Çaçan (Dilxwaz Serêkaniyê) bi merasîmekê li goristana şehîdan a bajarê Til Temir veşartin.
Bi sedan welatiyên herêma Serêkaniyê û Til Temirê cenazayê şervanê YPG‘ê Silêman Çaçan (Dilxwaz Serêkaniyê) yê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû, ji Nexweşxaneya Wetenî ya bajarê Serêkaniyê wergirtin û bi kerwanekî wesayîtan ber bi goristana Şehîdan a bajarê Til Temirê ve ketin rê.
Bi sedan welatiyên bajarê Til Temirê jî, bi dirûşmeyên serkeftinê û şehîd namirin cenazeyê şehîd pêşwazî kirin.
Li goristanê merasîm bi rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir.Di merasîmê de Rêvebera Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Til Temir Şirîn Şêxê axivî û ji malbata şehîd re sersaxî xwest û diyar kir ku bi saya felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew îro civakeke demokratîk ava dikin.
Ji fermandarên YPG‘ê Ezîz Yûsif jî axivî û got:”Şehîd navên xwe bi tîpên zêrîn di rûpelên dîrokê de nivîsandine, ji ber ku ew evîndarên azadiyê ne û ji bo mafên gelan canê xwe feda kirine.”
Ezîz Yûsif soza şopandina xeta şehîdan ji bo avakirina civakeke azad û demokratîk nû kir.
Piştî xwendina nasnameya şehîd û radestkirina malbatê, birayê şehîd Dilxwaz, Ewad Çaçan diyar kir ku ew bi şehadeta birayê xwe serbilind e û soz şopandina xeta wî da.
Piştî axaftinan, cenazayê şervanê YPG’ê Silêman Çaçan (Dilxwaz Serêkaniyê) bi dirûşme û tilîliyan li goristanê hate veşartin.