Bagera Cizîrê: 4 gundên din hatin rizgarkirin
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), di Pêngava Bagera Cizîrê de 4 gundên din ji DAIŞ'ê paqij kirin.
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), di Pêngava Bagera Cizîrê de 4 gundên din ji DAIŞ'ê paqij kirin.
Pêngava Bagera Cizîrê di roja 25'an de ye. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) her bi pêş ve diçin. Şervanên QSD'ê gundên Hermuşiya Mezin, Hermuşiya Biçûk, Til Kesra û Tl Ebû Fehet ên li aliyê Cezratê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.
Di vî şerî de 20 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. Li gundên hatine rizgarkirin, operasyona paqijkirina ji bermahiyên çeteyan dewam dike.
Şervanên QSD'ê duh jî 10 gundik ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kiribûn.