Li Silêmaniyê 40 donim şînkahî şewitî
Li herêma Mawest a Silêmaniyê ji ber şewatê 40 donim puş û dar şewitîn.
Li herêma Mawest a Silêmaniyê ji ber şewatê 40 donim puş û dar şewitîn.
Rêveberiya Polîsên Daristan û Jîngehê ya Silêmaniyê ragihand ji ber sedemek nediyar şewatek berfireh li çiyayê Amadîn ya bajarokê Mawet derket.
Hat gotin ku di encama şewatê de 40 donim puş û dar şewitîn.
Hat diyarkirin sedemê derketina şewatê nehat zanîn û lêkolîn li ser şewatê hatiye destpêkirin.