10 gundikên Dêra Zorê hatin rizgarkirin, 5 çete hatin kuştin
Şervanên QSD'ê, di çarçoveya pêngava Bagera Cizîrê de 10 gundik rizgar kirin û dest danîn ser gelek çek û cebilxaneyên çeteyan. Di şer de 5 çete hatin kuştin.
Şervanên QSD'ê, di çarçoveya pêngava Bagera Cizîrê de 10 gundik rizgar kirin û dest danîn ser gelek çek û cebilxaneyên çeteyan. Di şer de 5 çete hatin kuştin.
Pêngava Bagera Cizîrê di roja 25'an de ye. Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), ji sê baskan ve li herêma Dêra Zorê bi pêş ve diçin.
Li aliyê Mergedayê, ji duh ve di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de şer diqewime. Di vî şerî de 10 gundik hatin rizgarkirin û 5 çete hatin kuştin. 2 kalaşnîkov, çekek BKC, çekek nêçirê, bernoyek, 2 top û çekek RPC ketin destê şervanan.
Li baskê Cezrat jî şer didome. Şervanan li vê derê dor li gundê Hermûşiyê girtine û li gundê Til Kesra jî şerekî giran diqewime.
Li aliyê Siwer jî balafirek keşfê ya çeteyan kete destê şervanan.