Cenazeyên şehîdên Reqayê hatin veşartin

Li Hesekê bi merasîmeke heybet cenazeyên 5 şervanên YPG’ê yên di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, li Goristan Şehîd Dijwar hatin veşartin.

Girseya gel cenazeyên 5 şervanên YPG′ê Îsmaîl Hisên (Xemgîn Hesekê), Deham Ebid (Ceawî Tiwêne), Xalid Xidir (Agirî Hesekê), Ebdullah Asî (Xalid Hesekê) û Qasim Betîran (Şervan Til Temir) ên ku di Pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûne, ji Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û ber bi Gooristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ve ketin rê.

Merasîma bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê YPG′ê û Hêzên Erka Xweparastinê ve destpê kir. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Sebah Qasim Îzet axivî, sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwest û bal kişand ser rola şehîdan di rizgarkirina axa welat de.

Fermandarê YPG′ê Zekî Kobanê jî diyar kir ku ew ê şopdarên rêya hevalên xwe bin û têkoşînê bidomînin. Zekî wiha got: ″Bi saya fedekariya şehîdan, dawiya DAIŞ′ê li Bakurê Sûriyê nêz bûye.”

Her wiha Endama Rêveberiya Kongreya Star Şêrîn Oso jî bal kişand ser eşqa zarokên herêmê ji azadiyê re û fedekariya wan ji bo avakirina jiyaneke azad.

Di dawiya merasîmê de nasnameyên şehîdan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên şehîdan bi dirûşiman hatin veşartin.