Li Rojavayê Kurdistanê ji bo Mam Celal 3 rojan şîn hate îlankirin
Koordînasyona Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji ber wefata Sekreterê Giştî yê YNK'ê û Serokkomarê berê yê Iraqê Celal Telabanî li Rojavayê Kurdistanê 3 rojan şîn îlan kir.
Koordînasyona Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji ber wefata Sekreterê Giştî yê YNK'ê û Serokkomarê berê yê Iraqê Celal Telabanî li Rojavayê Kurdistanê 3 rojan şîn îlan kir.
Daxuyaniya koordînasyonê ya li ser mijarê wiha ye:
"Bi êş û xemgîniyek mezin me agahiya wefata Sekreterê YNK'ê û Serokkomarê berê yê Iraqê birêz Celal Telabanî bihîst. Mam Celal di temenê xwe yê 83 salî de çû ser dilovaniya xwe. Temenê Mam Celal bi têkoşîna azadî û demokrasiya gelê Kurdistanê û bi taybetî li Başûr û Iraqê bi giştî dagirtiye. Em wekî Kordînasyona Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantonên Rojavayê Kurdistanê ji hevjîna Talabanî Hîroxan, kurên wî, tevahî malbata Talabanî û dostên wî yên YNK'ê û tevahî gelê Kurdistan û Iraqê, her wiha ji xwe û gelên Rojava re sersaxiyê dixwazin. Mam Celal rêveber bû, di kesayeta wî de hemû taybetmendiyên rêvebertiya partiyê û gel hebû. Di heman demên nakokiyên siyasî pêşketibûn, karîbû ji bo doza kurdî serketinên mezin bi dest bixe. Herêma Rojhilata Navîn bi giştî û Kurdistan bi taybetî di qonaxeke herî hesas û guhertinên radîkal û dîrokî re derbas dibe. Mam Celal di vê qonaxê de roleke çalak lîst."
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Em ji malbata Mam Celal û tevahî gelê Kurdistanê re sebirê û sersaxiyê dixwazin. Em bi vê boneyê li Rojava 3 rojan şîn radighînin."