Konferansa Platforma Yekitiya Jinên Kurd destpê kir
3’yemîn Konferansa Platforma Jinên Kurd, bi dirûşmeya, “Bi yekitiya jinên Kurd, ber bi yekitiya neteweyî ye" destpê kir.
3’yemîn Konferansa Platforma Jinên Kurd, bi dirûşmeya, “Bi yekitiya jinên Kurd, ber bi yekitiya neteweyî ye" destpê kir.
Platforma Yekitiya Jinên Kurd bi dirûşma; "Bi yekitiya jinên Kurd, ber bi yekitiya neteweyî ye" 3'yemîn Konferansa Platforma Jinên Kurd lidar dixe û dê 2 rojan dewam bike. Konferans li avahiya Odeya Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) tê lidarxistin, ji Kurdistan û Tirkiyeyê gelek jin bi kincên xwe yên herêmî beşdarî konferansê bûn.
Li salona konferans tê lidarxistin flamayên ku bi zaravayên Kurmancî, Kirmanckî û Soranî 'Jin jiyan azadî' hatiye nivîsand, hat daliqandin.
Devrîm Demîr li ser navê Platforma Yekîtiya Jinên Kurd axivî û got ku Kurdistan bi Peymana Lozanê bûye çar parçe û li van parçeyan li dijî Kurdên van parçeyan polîtîkayên asîmîlasyonê hatine meşandin. Devrîm Demîr, bal kişand ser têkoşîna gelê Kurd a li dijî van êrîş û zextan û diyar kir ku wan ev platform ji bo berfirehkirina têkoşînê û xurtkirina rêxistinê ava kirine.
Devrîm Demîr, her wiha bal kişand ser "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a ku Rêber Apo di 27’ê Sibatê de kiriye û diyar kir ku divê jinên Kurd di vê pêvajoyê de roleke çalak bilîzin.
Devrîm Demîr, got felsefeya "Jin, jiyan, azadî" ji aliyê jinên li çaraliyê cîhanê ve hatiye pejirandin û behsa girîngiya avakirina nasnameya jina Kurd a azad kir.
Di çalakiyê de sînevîzonek ku li ser têkoşîna jinan hatî amadekirin hate nîşandan.