Li Amedê ji bo bîranîna Şêx Seîd komxebat tê lidarxistin
Di 100’emîn salvegera qetilkirina Şêx Seîd û hevrêyên wî de li Amedê komxebata bi navê “Li Kurdistanê 100 sal: Heqîqet Edalet û Aştî” tê lidarxistin.
Di 100’emîn salvegera qetilkirina Şêx Seîd û hevrêyên wî de li Amedê komxebata bi navê “Li Kurdistanê 100 sal: Heqîqet Edalet û Aştî” tê lidarxistin.
Komeleya Piştgirî Çand û Perwerdehî Ya Şêx Seîd, li navçeya Sûrê ya Amedê bi boneya salvegera bîranîna Şêx Seîd komexebata bi navê ‘Li Kurdistanê 100 sal: Heqîqet Edalet û Aştî’ li dar dixe. Di sedsaliya darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî de bi pêşengiya Komeleya Piştgirî Çand û Perwerdehî Ya Şêx Seîd de li oteleke navçeya Sûrê ya Amedê komxebatek tê lidarxistin.
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevseroka Rêxistina DEM Partiya ya Amedê Gulşen Ozer, parlementerên DEM Partiyê, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn endamên gelek sazî û rêxistinên sivîl tevlî komxebatên bûn.
Serokê Komeleya Şêx Seîd, Kasim Firat axaftina destpêkê kir. Kasîm Firat xêrhatina hemû mêvanan kir û got: “Sed sal berê bi pêşengtiya Şêx Seîd de serhildan dest pê kir. Şêx Seîd û hevalên wî însanên zana bûn. Wan li dijî înkar, bişaftin û zilmê serî hilda. Li Serhedê, Amedê û li gelek deveran civîn pêkanîn. Armanca wan ew bû ku gel hişyar û bi rêxistin bikin û pişt re li hikûmeta Enqereyê doza mafê gelê Kurd bikin. Lê mixabin di 13’yê Sibata 1924’an de di encama provokasyonekê de çend heb leşker tên kuştin û berî ku xwe rêxistin bikin serhildan dest pê dike.”
Kasim Firat, da zanîn ku îro pêvajoyeke muhîm li welêt dest pê kiriye û got: “Pêwîst e ku di vê pêvajoyê de gelê Kurd yekîtiya xwe xurt bike. Herkes piştgiriyê bide vê pêvajoyê.”
Komxebatê piştî axaftina Kasim Firat ji çapemeniyê re girtî dewam dike.