ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Şervanên YPG/YPJ'ê rojbûna Ocalan û salvegera YPJ'ê pîroz kirin
Şervanên YPG-YPJ'ê 4'ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 6'emîn salvegera damezrandina YPJ'ê li Hesekê bi merasîm û şahiyekê pîroz kirin. -
Şervanên li Baxozê: 4'ê Nîsanê rêya me ya têkoşînê destnîşan kir
Li eniya dawî ya ku çeteyên DAÎŞ'ê lê hate qedandin, li Baxozê şervanên YPJ'ê 4'ê Nîsanê, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û salvegera 6'an a damezrandina YPJ'ê pîroz kirin. -
'Ew rojên ku ji sûrên Amedê me silav bike nêz in'
Rojavayiyan rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin û gotin, ''Ew rojên ku Rêbertiya me ji sûrên Amedê me silav bike nêz in'' -
Koçberên Efrînê 4’ê Nîsanê pîroz kirin
Li Kantona Şehbayê welatiyên Efrînê yên ji ber zilma dewleta Tirk koçber bûne, bi çandina darên zeytûnê ve 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin. -
Li Heleb û Ezazê çeteyek hate kuştin, 4 çete birîndar bûn
Hêzên Rizgariya Efrînê li Heleb û Ezazê li çeteyên dewleta Tirk xistin. Di encamê de çeteyek hate kuştin, 4 çete jî birîndar bûn ku rewşa 2 ji wan giran e. -
Bajarên Rojavayê Kurdistanê bi wêneyên lehengiya YPJ'ê xemilîn
Bi wesîleya salvegera 6'an a damezrandina YPJ'ê, Navenda Ragihandinê ya YPJ'ê wêneyên şervanên YPJ'ê li gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê daliqandin. -
Berdevka YPJ'ê: Em xwe li dijî dagirkeriyê amade dikin
Berdevka YPJ'ê Nesrîn Abdullah diyar kir, hêzên QSD'ê û gelên herêmê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û gefên nû yên dagirkeriyê amadekariyan dikin û got, "Em ê gel û welatê xwe biparêzin." -
Çeteyên dewleta Tirk bombe li gundê Aqîbê barandin
Çeteyên artêşa Tirk a dagirker gundê Aqîbê yê girêdayî navçeya Şêrewa ya Erînê topbaran kirin. -
YPG’ê nasnameya du şehîdan eşkere kir
YPG'ê nasnameya du şervanên xwe eşkere kir yên ku di şerê Pêngava Bagera Cizîrê ya li Baxozê de şehîd bûbûn. -
Nesrîn Evdile: YPJ mezin bû, civak jî guherand
Berdevka YPJ'ê Nesrîn Evdile got YPJ ya ku di nav civakeke feodal de hatî avakirin, mezin bûye û guherîneke mezin bi civakê re çêkiriye. -
Di navbera Meclîsa Leşkerî ya Babê û çeteyên Enqereyê de şer derket
Li Rojhilatê Babê di navbera Meclîsa Leşkerî ya Babê û komên çeteyên Enqereyê de şer derket. -
Hêzên Rizgariya Efrînê li Mareyê li dagirkeran xistin
Hêzên Rizgariya Efrînê ragihandin ku şervanên wan li Mare li dijî leşker û çeteyên dewleta Tirk çalakî li dar xistine. HRE’yê got; “Di çalakiyê de çeteyek hate kuştin û 2 çete jî birîndar bûn.” -
YPG'ê 11 şehîdên 2015'an bi bîr anî
YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî 11 şervanên ku li Serêkaniyê şehîd bûbûn bi bîr anî. -
Êzîdiyên Efrînê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Ocalan pîroz kirin
Êzîdiyên Efrînê ku ji ber dagirkeriya artêşa Tirk û çeteyên wê bi neçarî li Şehbayê bi cih bûne, îro li kampa Serdem rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin. -
Efrîniyên li Şehbayê serketina HDP’ê pîroz kirin
Koçberên ji ber dagirkeriya artêşa Tirk û çeteyên wê bi neçarî koçberî Şehbayê kiribûn û li kampa Berxwedan û Serdem bi cih bûne, serkeftina HDP’ê pîroz kirin. -
HRE: Li Efrînê 3 leşkerên dewleta Tirk hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di çalakiya 31’ê Adarê ya li Efrînê 3 leşkerên Tirk hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn. -
Ji ber lêhiyê rêya Tirbespiyê-Qamişlo hate girtin
Rêya di navbera navçeya Tirbespiyê û bajarê Qamişloyê de ji ber lehiyê ji veguhastinê re hate girtin. -
Li Efrînê 3 leşkerên Tirk hatin kuştin
Li gundê Meryemînê yê navçeya Şera ya Efrînê li dijî leşkerên dewleta Tirk çalakî li dar xist. Hate ragihandin ku di çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn. -
Li Til Hemîsê lehî rabû: Gelek gund hatin valakirin
Li navçeya Til Hemîs a herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê lehî rabû. Gelek gund ji ber lehiyê di nava avê de man. -
'Serketina li dijî DAÎŞ'ê serketina jinan hemûyan e'
Fermandara Yekîneya Parastina Jinê (YPJ) Zinarîn Kobanê, got, jinan di dîrokê de têkoşîn û serketinên xwe bi tîpên zêrîn nivîsand û îro jî di pêşengtiya YPJ'ê de ev çand xwe ji nûve zindî kir. -
YPJ'ê şehadeta şervaneke xwe ragihand
Fermandariya YPJ'ê bi daxuyaniyekê ragihand, Dilovan Şêran bi qezayekê şehîd bûye û got ew ê di rêya şehîdan de bimeşin. -
Berxwedêra greva birçîbûnê Xelîl: Berxwedana me wê bi ser bikeve
Hacer Xelîl a girtî ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, bi rêya telefonê ji malbata xwe re got, "Em mîna roja destpêkê bi biryar in. Berxwedana me wê me bi ser bixîne." -
Li Til Hemîsê lêhî rabû
Li Til Hemîs a girêdayî Kantona Qamişloyê ji ber barana zêde lêhî rabû. Welatiyên navçeyê banga alîkariya lezgîn kirin. -
Li Efrînê 6 çete hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn
Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê ragihand ku di çalakiyeke li dijî bendeke kontrolê ya çeteyên Fûrqet El-Hemze a li Efrînê de 6 çete hatine kuştin, 4 jî birîndar bûne. -
Mamoste Egîd Cîlo hate bibîranîn
Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPCD) di çil rojiya şehadeta Egîd Cîlo de, li Şehbayê bi merasîmekê Cîlo bibîranî.