'Ew rojên ku ji sûrên Amedê me silav bike nêz in'

Rojavayiyan rojbûna  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin û gotin, ''Ew rojên ku Rêbertiya me ji sûrên Amedê me silav bike nêz in''

4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê pîrozkirin. Li Qamişlo rojbûna Rêberê Gelê Kurd bi tevlêbûna zarokên ku bi kincên netewî, bi tehma cejnekê tê pîrozkirin. Bi bandora şoreşa Rojava jî bo coşiyekê tê pîrozkirin. Ên ku li ber derî bi şekirên cejnê me em pêşwazî kirin bi gotin, ''cejna we ya ji nû ve bûyinê pîroz be'' her kesî vedihewînin hundir.

Di pîrozbahiyê de komên koro û folkloarên yên ku ji zarokan pêk hatî hunera xwe nîşan da. Piştre govend hate gerandin. Di govendê de ji her gelî mirov hene. Li Rojava ku gelan mil bi mil ew xak azad kirin, dîsa di govendê de mil bi mil in.

'4'ê NÎSANÊ JI BO ME JINAN JÎ EW ROJ E KU EM NÛ ÇÊBÛN'

Yek ji Hevşaredara taxa Aşûrî ya PYD'ê Adila Elî, bi dest de wêneyê Ocalan û dilîlîne, dibêje ew gelekî deyndarî Ocalan in û didomîne, ''Ev oj roja pîrozkirinê ye, roja moral û hêviyê ye. Dixwazim vê bibêjim; 4'ê Nîsanê ji bo me jinan jî roja ji nû ve bûyinê ye. Ji bo ku Rêbertiya me ne li nav me ye em xemgîn in. Heta ku fikir û felsefeya wî li nav me be pişta me nagihije erdê.''

Edila Elî bi berdewamî got, ''Hindik ma ku Rêbertiya me ji Sûrên Amedê me slav bke. Em rojbûna Rêber Apo, ku rêberê siberojên ronak e, pîroz dikin, ji bo ku ronkahî daye me ez dîsa slavan jê re dişînim.''

'BI FIKIR Û FELSEFEYA XWE LI NAV ME YE'

Elî Ereb, ku dibêje, ew Erebekî ji Cezeayê jî bi kincên gelêrî yê Ereban, dema ku behsa Ocalan dike kelecaniya xwe nikare binixumîne, dibêje, ''Li vir em Ereb, Kurd, Çerkez, Sûryan, Ermen, hemû gel bi Rêzdar Ocalan gihaştina wê xweşiya jiyana hevpar. Xwezî niha li nav me bûya. Lê em bawer dikin ku bi fikir û felsefeya xwe li nav me ye. 4'ê Nîsanê li her kesî pîroz be.''

Nûra Henna a Sûryan jî got, ''Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo em gelê Sûryan jî di pîrozbahiyê de hazir in. Em hemû gel li cem hev in. Bi Rêberê Gelê Ocalan em jin bîrewer bûn, me xwe ji hişmendiya zilam-serwer xilas kir û me xwe azad kir. Ez dewleta Tirk û di serî de Erdogan, hikûmeta AKP ji ber ku tecrîd li ser Rêber Apo danîne şermezar dikim. Em gel dixwazin êdî dawî li vê tecrîdê were û faşîzm hilweşe.''

'FIKIR Û RAMANÊN WÎ TIM AZAD IN'

Fatma Hesen El Casim jî got ji bo xaka Rojava azad bibe hevserê wê û kurê wê di şerê dijî DAÎŞ'ê de şehîd bûye û 4'ê Nîsanê, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemû gelê Rojava pîroz dike.

El Casim dibêje, ''Em bi fikir û felsefeya wî li ser van xakan dijîn. Lê em pê dizanin her çendî dewleta Tirk a faşîst tecrîdê li ser deyne jî ew di fikir û ramanên xwe de tim azad e. Em tecrîda li ser Rêber Apo şermezar dikin, dixwazin bi dawî bibe. Em Leyla Guven û hemû berxwedêrên greva birçîbûnê silav dikin.''