YPJ'ê şehadeta şervaneke xwe ragihand

Fermandariya YPJ'ê bi daxuyaniyekê ragihand, Dilovan Şêran bi qezayekê şehîd bûye û got ew ê di rêya şehîdan de bimeşin.

Fermandariya YPJ'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand şervana wan Dilovan Şêran qezayek kiriye, li gel hemû hewldanan jî nehatiye xilaskirin û şehîd bûye.

YPJ'ê got ew ê di rêya şehîdan de bimeşin.

Daxuyaniya YPJ'ê wiha ye:

''Hevrêya me Dilovan, li Dêrîkê bi qezayekê li gek hemû hewldana şehîd bû. Em di kesayeta hevrê Dilovan de, hemû hevalên ku di tekoşînê de bi fedekariyên mezin rabûn û şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr tînin û sond dixwin ku li ser rêya wan biçin.

Tekoşîna me bi encama kedeke mezin û berdêlên giranbuha de gihîşt vê rojê. Em her roj li qadên cuda, yên tekoşînê şahidiya fedekarî, xwestek û tekoşîna ji bo azadiyê tê dikin. Her şervaneke me bi vê ferases û nêzîkatiyê tevlî dibe, têdikoşe. Hevrêya me heval Dilovan, ya ku bi temenê xwe yê ciwan tevlî nav refên tekoşînê bû yek ji wan hevrêyan bû.

Hevala me Dilovan hevaleke ji Kobanê bû, bi hestên şoreşê di malbatek welatparêz de mezin dibe. Ji berxwedana li Kobanê karîger dibe û beşdarî nav refên YPJ’ê dibe.

Heval Dilovan, li Dêrîkê di encama qezayê de, şehîd bû. Tevî hemû hewldanan 18 Sibata 2019’an li Dêrîkê şehîd bû. Em ji malbata heval Dilovan û hemû gelê me re sersaxî dixwazin û xemgîniya malbatê parve dikin. Em sond dixwin ku di rêya şehîdan de bimeşin û dîsa hevrê Dilovan û hemû hevrêyên şehîd bi rêzdarî bi bîr tînin.

Agahiyên nasnameyê:

Nasnav: Dilovan Şêran

Navê rast û Paşnav: Ocelîn Kalo

Navê dayîk: Zelîxa

Navê bav: Mehmûd

Cih û dîroka tevlîbûyînê: 2016 Kobanê

Cih û dîroka şehadetê: 18.2.2019 Dêrik''