Li Til Hemîsê lêhî rabû

Li Til Hemîs a girêdayî Kantona Qamişloyê ji ber barana zêde lêhî rabû. Welatiyên navçeyê banga alîkariya lezgîn kirin.

Li navçeya Til Hemîs a kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê ji ber barana dijwar û herkîna geliyan lehî rabû. Welatiyên gundên nêzî geliyan ji tirsa ku malên wan di bin avê de bimînin di nava tevgerê de ne. Şêniyan bang li şaredariyê kirin ku alîkariya wan bike.

Gundên girêdayî bajaroka Ceza ku lehî rabûye ev in; Mezreyên Hinwa, Zerqa Hesen Necim, Ekreşê, Sefana, Xerbe Ihêmer, Til Ihêmer, Qadisiyê, Mişêrefa Hemara ya Başûr, Widêhiya û Haman.

Gundên girêdayî bajarokê Ebû Cirn û Ûkaz ev in; Wawiya, Jêsî Elmî, Henwaya Mezin, Hesewiyê, Xiwêtila, Farsûk, Xirbe Umer, mezreya Xirbe Umer, Belqîs, Ferhaniya, Milêhiya, Tol Kerem, Xeşma, Medo, Mezreya Zûma, Dabûliyê û Hemiya.

Bi dehan malên welatiyan ji kelpîçan in û li ber hilweşînê ne.

welatiyên gundewarên navçeya Til Hemîsê banga alîkariya lezgîn li şaredariyan dike ku heger asta avê bilind bibe wê îşev zirarên mezin bighêje milkên wan.