Mamoste Egîd Cîlo hate bibîranîn

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPCD) di çil rojiya şehadeta Egîd Cîlo de, li Şehbayê bi merasîmekê Cîlo bibîranî.

Endam û xebatkarê Komîteya Pwerwerde û Zimanê Kurdî Egîd Cîlo 13’ê Sibatê li Rojava di encama qezayeke trafîkê de şehîd bûbû. Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPCD) di çil rojiya şehadeta Egîd Cîlo de, Cîlo bi merasîmekê bibîranî.

Bi tevlîbûna sedan ji endamên sazî, meclîs û malbatên şehdan Komîteya Perwerdeya Civaka Demokatîk (KPC) mamoste Egîd Cîlo di çil rojiya şehadetê de bibîranî. Merasîma ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bi bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre bi boneya Hefteya Lehengiyê têkildarî jiyan û têkoşîna Mazlûm Dogan û Mahsûm Korkmaz (Fermandar Egîd) sînevîzyonek hate nîşandan.

Piştre rêhevalê fermandar Egîd Hesen Efrîn axivî û got; “Destpêkê bejna xwe li beramberî hemû şêhîdên têkoşîna azadiyê diteînim. Di çil rojiya şehadeta mamosteyê qehreman û têkoşerê azadiyê rêhval Egîd Cîlo û hemû şehîdan bibîrtînim û ji malbatan re sersaxiyê dixwazim.”

Piştre sînevîzyona ku ji aliyê KPCD ve li ser jiyan û têkoşîna Egîd Cîlo hatibû amadekirin, hate n3iaşndan. Piştre mamosteyên zimanê Kurdî helbest diyarî şehîd Egîd Cîlo kirin û merasîm bi dirûşmeyaên ‘Şehîd namirin’ û ‘Bijî berxwedana serdemê’ bi dawî bû.