YPG’ê nasnameya du şehîdan eşkere kir

YPG'ê nasnameya du şervanên xwe eşkere kir yên ku di şerê Pêngava Bagera Cizîrê ya li Baxozê de şehîd bûbûn.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya du şervanên xwe yên ku li Baxozê şehîd bûbûn eşkere kir.

Daxuyaniya YPG'ê ya têkildarî şehîdan wiha ye;

"Di çarçoveya qonaxa Şerê Tunekrina Terorê a Pêngava Bagera Cizîrê de hebûna çeteyên DAÎŞ’ê li gundê Baxozê ya girêdayî Dêrazorê di dîroka 21’ê Adarê de bi dawî bibû. Lê belê ji ber ku çeteyên DAÎŞ’ê li herêmê mayin û teqemeniyên cûr bi cûr li herêmê çandibû hêzê me jî ji bo rakirina van mayinan xebatên paqijkirinê dan destpêkirin û ev xebatên paqijkirinê hîn jî didome. Di encama lêgerîn û paqijkirinê de rêhevalê me Mahir û Ciwan mayina ku çeteyên DAIŞ’ê ji berê çandibû pêlê kirin. Rêhevalê me Mahir di dîroka 26’ê Adarê de şehîd ket lê rêheval Ciwan bi giranî birîndar bû. Di tevî destwerdana bijîşkan jî rêhevalê me Ciwan di dîroka 2’yê Nîsanê gihîşt şehadetê.

Nasnameyên rêhevalên me yên şehîd ketine wih ye;

Nasnav: Mahir Amed

Nav û Paşnav: Firat Ateş

Navê Dayikê: Hûsna

Navê Bav: Maas

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor / Gundê Baxoz / 26’ê Adarê 2019

***

Nasnav: Ciwan Kurdo

Nav û Paşnav: Lewend Elîko

Navê Dayikê: Cîhan

Navê Bav: Îsmaîl

Doğum Yeri: Dirbêsiyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor / Gundê Baxoz / 2’yê Nîsanê 2019

Rêhevalê me Mahir Amed di dema ku têkoşîna azadiyê li Rojava û Bakurê Sûriyê de pêş diket û mezin dibû tevlî refên hêzên me bû. Piştî tevlî bû cîhe xwe pêngavên weke Xezeba Xabûrê, Xezeba Firatê, Pêngava Rizgarkirina Reqa û Pêngava Bagera Cizîrê ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê hatibûn lidar xistin, girt. Di rizgarkirina bajarên Şedadê û Reqayê de rolê xwe leyîst û di bidawîkirina hebûna çeteyên DAIŞ’ê de him erkê xwe bi cîh anî him jî bû şahidekî şervanekî me yê vê bûyera dîrokî. Rêhevalê me Mahir ku bi taybetmendiyên xwe yên wêrek, kedkar û fedakar tê nasîn di her kêliyê jiyanê de ev sekna xwe parast û domand. Pêngavên ku tevlî bûyî de tecrûbeyên ku girt di kesayeta xwe de şervantiyê pêş xist. Bawerî û girêdana xwe ya şoreşê bi dayîna têkoşînê ispat kir û erkê ku ket ser milê wî bi dildarî tevlî bû û pêk anî.

Rêhevalê me Ciwan Kurdo li bajarokê Dirbêsiyê ya Rojava hat dinê û malbateke welatparêz de mezin bû. Bandora şoreşa Rojava ji nêz ve hîs kir û tevlî refên şoreşê bû. Bi temenê xwe yê ciwan ku tevlî bû di demeke kurt de xwe pêş xist û tevî hemû şert û mercên zehmet de jî ji sekna xwe ya tawiz nade di kesayeta xwe de ava kir. Hêrsa ku li dijî dijminê xwe di kesayeta xwe de zivirandin hêzê û di têkoşîna xwe de ev tişt derxist holê.

Em rêhevalên xwe yên ku di têkoşîna azadiyê de heya kêliya dawiyê şer kir û gihîşt şehadetê bi rêzdarî bi bîr tînin. Şehîdên me yên bi têkoşîna xwe şoreşa ku ji mirovahiyê re diyarî kirin pêşengtiya wê ji me re hiştin, em jî soz didin ku wek şopdarên wan ji bo parastina nirxên ku hatin afirandin çi dibe bila bibe em ê biparêzin. Li ser bingehê serî de sersaxiyê ji malbatên şehîdên me û gelê me re dixwazin."