Li Heleb û Ezazê çeteyek hate kuştin, 4 çete birîndar bûn
Hêzên Rizgariya Efrînê li Heleb û Ezazê li çeteyên dewleta Tirk xistin. Di encamê de çeteyek hate kuştin, 4 çete jî birîndar bûn ku rewşa 2 ji wan giran e.
Hêzên Rizgariya Efrînê li Heleb û Ezazê li çeteyên dewleta Tirk xistin. Di encamê de çeteyek hate kuştin, 4 çete jî birîndar bûn ku rewşa 2 ji wan giran e.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE), li dijî artêşa Tirk û komên wê yên çete yên li Efrîn û derdora wê çalakî pêk anîn.
Hêzên Rizgariya Efrînê li ser mijarê daxuyaniyek da û diyar kir, "2'ê Nîsanê li navçeya Mare ya li bakurê Helebê li dijî makîneyeke kar a koma terorîst a El Cebhet El Şamiye ku tunel û çeper çêdikir çalakiyek hate kirin. Di çalakiyê de terorîstê bi navê Mihemed Reşîd hate kuştin, terorîstek jî birîndar bû.
3'ê Nîsanê li gundê Kelbên ê Ezazê li dijî koma terorîst a bi navê Lîwa 55 çalakiyek hate kirin. Di çalakiyê de 3 terorîst birîndar bûn ku rewşa 2 ji wan giran e.