ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Rojava û Bakurê Sûriyeyê dagirkirina Efrînê hate protestokirin
Li gelek navendên Rojava û Bakurê Sûriyeyê salvegera dagirkirina Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk ve hate protestokirin. -
Pêşveçûna şervanên QSD’ê ya li Baxozê dewam dike
Pêşevçûna şervanên QSD’ê ya li Baxozê didome, şerê di navbera wan û çeteyên DAÎŞ’ê de bi hemû dijwariya xwe dewam dike. -
Li Şehbayê xelkê Efrînê li dijî dagirkeriyê meşiyan
Di yekemîn salvegera dagirkirina Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk ve, welatiyên Efrîn û Şehbayê îro daketin qadan û bi meşekê dagirkirina Efrînê şermezar kirin. Li aliyê din nameyek pêşkêşî biryargeha leşkerî ya Rûsyayê jî hate kirin. -
Şervanê enternasyonalîst ê Îtalî Orsettî şehîd bû
Fermandariya TKP/ML-TÎKKO ragihand ku şervanê bi navê Lorenzo Orsettî şehîd bûye. -
Nasnameya 8 şervanên sala 2014’an şehîd bûbûn hatin eşkerekirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê nasnameya 8 şervanên di sala 2014’an de şehîd bûbûn, eşkere kir. -
Li Kobanê bi deh hezaran kes ji bo Zulkuf Gezen meşiyan
Li bajarê Kobanê yê Rojava bi deh hezaran kes ji bo Zulkuf Gezen ê li girtîgehê li dijî tecrîda Îmralî çalakiya fedayî kir, daketin qadan. -
Li Baxozê şer giran e
Li Baxozê di operasyona QSD'ê de ya li dijî çeteyên DAÎŞ'ê şerekî giran diqewime. -
'Ji bo DAÎŞ'iyan pêwîstî bi avakirina dadgeheke navneteweyî heye'
Berdevkê QSD'ê Kino Gabriel anî ziman, bi operasyonên dawî re bi hezaran çeteyên DAÎŞ'ê yên ji 48 welatan ketin destê wan û got, ji bo darizandina DAÎŞ'iyan dadgeheke navneteweyî bê avakirin, ew bi koalîsyona navneteweyî re hevdîtinan dikin. -
Li Baxozê cebilxaneya çeteyan hate teqandin
Li Baxozê şerê di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAÎŞ’ê de bi dijwarî didome. -
Li Baxozê gelek cih ji çeteyan hatin rizgarkirin
Li gelek eniyên Baxozê şerê di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAÎŞ’ê de didome. Şervanên QSD’ê bi pêş ve diçin û gelek cihên di destê çeteyan de rizgar kirin. -
Cenazeyê 4 şehîdan bi merasîman hatin veşartin
Cenazeyê şervanên QSD’ê Elî El-Hindî (Elî Tebqa) û Îsmaîl Şihab (Îsmaîl Tebqa) li Tebqa, cenazeyê şervana YPJ’ê Avrîn Amanos (Eliye Erneb) li Dêrikê û cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Mejid Îlo li Hesekê bi merasîman hatin veşartin. -
QSD'ê bîlançoya du mehan a Baxozê eşkere kir
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), bîlançoya du mehên dawî ya operasyona li herêma Baxozê ya Dêra Zorê eşkere kir. -
QSD: Gelek çeteyên biyanî xwe radest kirin
Navenda Ragihandin û Çepemeniyê ya QSD’ê daxuyaniyek da û ragihand ku bi dehan çeteyên Sûrî û biyanî li Baxozê xwe radestî hêzên QSD’ê kirin. -
QSD: 4 jê serçete bi giştî 32 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya şerê 24 saetên dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya li Baxozê eşkere kir. QSD’ê diyar kir ku di nava 24 saetan de 4 jê serçete bi giştî 32 çeteyên DAÎŞ’ê hatine kuştin. -
Li Şehbayê hevjînên şehîdan ji bo Komkujiya Helepçe çalakî kirin
Hevjînên şehîdên Efrînê û Şehba li Kampa Berxwedanê çalakiyek ji bo Komkujiya Helepçe kirin. -
Gaziyên Rojava bi peyama Newrozê berxwedêrên grevê silav kirin
Gaziyên Şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyeyê berxwederên grevên birçîbûnê di kesayeta Leyla Guven de silav kirin û Newroza wan pîroz kirin. -
Rêveberiya Xweser 5 zarokên Fransî radestî Fransa kir
Buroya Têkiliyên Karê Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awaykê koodîneyî li gel rêveberên Fransa, 5 zarokên çeteyên DAÎŞ’ê yên welatiyên Fransayê ne, radestî heyeta Wezareta Karê Derve ya Fransa kirin. -
Li Efrînê teqîn
Îşev saet 19:00’an li pêşiya Garaja Efrînê teqînek çêbû. -
Li Kobanê cenazeyê du şehîdan hate veşartin
Welatiyên Kobanê bi merasîmekê cenazeyê şervanê QSD’ê Mihemed Bekî (Kendal Kobanê) û cenazeyê endamê Hêzên Ewlehiya Navxweyî Îbrahîm Elî li Goristana Şehîd Dîcle veşartin. -
Li Baxozê 4 çete hatin girtin
Şervanên QSD’ê 4 çeteyên DAÎŞ’ê yê dema amadekariyê êrîşê li derdorî Baxozê li dijî şervanê QSD’ê dikirin, girtin. -
Newroz Ehmed: YPJ hem şer kir û hem jî xwe afirand
Yek ji Fermandara Giştî ya YPJ'ê Newroz Ehmed, got YPJ dema ku li dijî DAÎŞ'ê şer dikir ji hêlekê ve xwe diafirand û ji hêlekê ve mêr vediguherand. -
Çeteyên li Baxozê mane hemû biyanî ne
Piraniya çeteyên ku doh li Baxozê radestî hêzên QSD'ê bûn ji Tirkiye, Tirkmenistan, Tirkistan, Kirgizistan, Tacîkistan, Endonezya, Çeçenistan, Dagistan û Iraqê ne. -
Hêzên Rizgariya Efrînê: 3 çete hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li sê herêman bi hevdemî çalakî pêk anîn û herî kêm 3 çete hatin kuştin, 2 jî birîndar bûne. -
Endamê DAÎŞ'ê: Îstîxbarata Tirk bi her tiştî dizane
DAÎŞ'iyekî Tacîk ku li Baxozê hate girtin, li ser pirsa, ''Hûn çilo derbasî Sûriyeyê bûn?'' got, ''Îstîxbarata Tirk bi van hemû tiştan dizane.'' -
Bi têkçûna DAÎŞ'ê re plana dagirkeriyê ya dewleta Tirk jî têk çû
Piraniya çeteyên DAÎŞ'ê yên li Baxozê teslîmî QSD'ê bûn ji komarên Tirkî ne. Xuya ye Tirkiye polîtîkaya bicihbûnê ya Osmaniyan li Sûriyeyê bi rêya kesên ji komarên Tirkî bi rengê 'destpêkê bi cih bibe piştre dagir bike' bi cih tîne.