Li Efrînê 6 çete hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê ragihand ku di çalakiyeke li dijî bendeke kontrolê ya çeteyên Fûrqet El-Hemze a li Efrînê de 6 çete hatine kuştin, 4 jî birîndar bûne.

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê bi daxuyaniyekî ragihand ku şervanên wan li gundê Ciwêq ê bajarê Efrînê, çalakiyek li dijî çeteyên koma ‘Furqet El-Hemzat’ a girêdayî dewleta Tirk a dagirker pêk anîn.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“Ev çalaki hesabxwestina ji çeteyên ku Efrîn dagir kirine û xelkên wê koçber kirine. Ev çete kiryarên terorê pêk tînin û li Efrînê, Ezaz, Cerablus, Idlib û tevahî Bakurê Sûriyê didomîne.

Şervanên me di 29‘ê Adara 2019‘an mayînek bi benda kontrolê ya koma Furqet El-Hemzat a li gundê Ciwêq a bajarê Efrînê ve teqandin, di çalakiyê de 6 çete hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Em ji raya giştî re diyar dikin ku çalakiyên şervanên me hemû çeteyên ku di dagirkirina Efrînê de beşdar bûn, dikin hedef, em li ser soza xwe ne ku em ê çalakiyên tolhildanê dewam bikin. Heta ku Efrînê rizgar bikin û xelkên wê bi rumet vegerin axa xwe ya ji dagirkeran were paqijkirin."