Nesrîn Evdile: YPJ mezin bû, civak jî guherand

Berdevka YPJ'ê Nesrîn Evdile got YPJ ya ku di nav civakeke feodal de hatî avakirin, mezin bûye û guherîneke mezin bi civakê re çêkiriye.

Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) 4'ê Nîsana 2013'an bi fermî damezirîna xwe ragihand.

Berdevka YPJ'ê Nesrîn Evdile ji bo salvegera YPJ'ê ji ANF'ê re axivî..

Evdile got, ''Ji bo avakirina azadî û serxwebûna gelan, ji bo avakirina aramiya nav civakî û çêkirina zemîna dadmenidya civakî jin xwedî roleke stratejîk û girîng in '' û wiha domand: ''Salên bihurî jî derkete holê, heke jin bikaribe civakê arest bike, bikaribe rengê xwe bide wê civakê, li nav wê civakê bi teqezî aramiyek çêdibe. Ji bo wekheviya zayendî, dadmendiya civakî, hevjiyana azad çêdibe û civak bikaribe rastiya xwe bijî ev ji bo civakê girîng. Em vê jî li nav civaka Kurd dibînin. Ji ber ku bi sedan salan e ku gelê Kurd mêtingerî li ser hatiye kirin, dijmin êrîş biriye ser lê dîsa jî tim berevanî li xwe kiriye. Her çendî ev rewş ne siyasî be jî bi civakî gotiye, çandeke min heye, ez heme, edetên min hene û hewl daye ku vê biparêze. Ji bo vê tim li ber xwe daye.

Dîrokeke wiha ku bi çîrokên şoreş û şoreşan tije ye. Di van de jî tim jin diyarker bûne û derketine pêş. Li deverên ku rêxistiniya jinê nînin jî li wir dema ku jinek hebe rengê xwe daye şoreşê. Gelek jin gene ku heta niha xwe çespanine û nemir bûne. Rindê Xan, Zarîfe, Besê, Leyla Qasim, Zîlan, Viyan û Sema û niha jî di şoreşa Rojava de vî giyanî rengê xwe daniye holê.

Rojava, dema ku mirov bide ber parçeyên din ên Kurdistanê tim alîkarî bi parçeyên din re kiriye û derfet ava kirine. Lê parçeyeke ku şoreşê bijî, di nav xwe de bi taybetî jin, rêxistiniyên parastinê organîze bike, hê çênebûye. Di dîroka gelê me yê Rojavayê Kurdistanê de ev cara pêşî bû ku şoreş dibû û hem jî hêza jinan a pêşeng derdikete holê. Ev j bo Rojava pêvajoyeke dîrokî bû.

'BANDORA BIRÊZ OCALAN LI VIR MEZIN BÛ'

Evdile got ew YPJ xwe mîna berdewama jinên cîhanê û mîrateya têkoşîna jinên Kurd dibînin û got ''Divê ev jî neyê jibîrkirin, her çendî li vî parçeyî şoreş nebûne jî, hêlî hemû şoreşên li Kurdistanê ev herêm bû. Û bandoreke mezin a Rêzdar Abdullah Ocalan li ser vê herêmê hebû. Li ser îdeolojiya azadiya jinê bi salan Rojavayê Kurdistanê perwerde kir û vê bandoreke mezin li ser jinan kir.''

'ME ÎDEOLOJIYA RIZGARIYA JINÊ JI BO XWE ESAS DÎT'

Nesrîn Evdile bi berdewamî li ser avakirina YPJ'ê got , wiha bi carekê, bi birayekê nehatiye avakirin, ne tevgereke wiha geş jî bû û bi zanebûn, li ser hîmekî zanistî hatiye geşkirin, dîroka jinên cihanê û Kurdan hatiye lêkolan, şîrovekirin û li ser gelek tespîtên zanistî biryar li ser avakirina hêzeke jinê hatiye standin. Evdile diyar kir amadekariyên zemîna wê hatiye danîn û ji bo ku bi rengekî xurt derkeve holê ev hatiye kirin.

Evdile got di qonaxa damezirandinê de tespîta wan a pêşî ew bû ku hewceyî bi avakirine hêzeke resen a jinê heye ku bikaribe berevaniyê li xwe bike û tespîta duyan jî ew bû ku YPG bê îdeolojiyekê nabe, hewceyî bi tevlêbûneke îdeolojîk hebû, tevlêbûneke fizikî tenê têrê nedikir û got, ''Ji bo vê jî me îdeolojiya rizgariya jinê ji bo xwe bi esasî dît.''

Evdile her wiha got wan xeta parastina rewa ji bo xwe esas dîtine, di vê pêvajoyê de li ser vî esasî bi pêş ve çûne û sedema, bêyî ku ji xeta xwe dûr bikevin, heta bi îro hatine, ev e.

'LI HERÊMÊ CARA PÊŞÎ HÊZA PARASTINÊ YA JINÊ DIHATE AVAKIRIN'

Berdevka YPJ'ê Nesrîn Evdile bi berdewamî got, ''Cara pêşî bû ku li herêmê hêzeke berevaniya jinê dihate avakirin. Jinê wê rahişta çekê û li vê cografayê nasnameyeke wê pêk bihata. Civakê ev wiha bi rehetî qebûl nekir, bi rastî î qebûl nekir. Em pê dizanin ku Kurd û civakên Rojhilata Navîn feodal in. Serweriya zilêm heye û hişmendiya baviksalariyê li ser civakê serwer bû.

Li Rojhilata Navîn hişmendiya mêr û jinê hatibû çêkirin. Li gorî vê hişmendiyê jin bêgav bûn. Jineke navmalê li ser dihate ferzkirin. Fikra ku jin tenê ji bo zarokan bîne, zilêm kêfxweş bike, xweşik e, nazik hatibû hînkirin. Li ser zilêm jî hişmendiya serwer hatibû çêkirin.

Helbet, di vir de siyaseteke dijmin jî hebû. Vê jî ne tenê bi civakê re, kesayatiya jinê jî felç kiribû.

BERIYA AVAKIRINA YPJ'Ê XEBATÊN QANIHKIRINA JINAN HATIN KIRN

Evdile bi berdewamî got dema ku wan biryar da ku rêxistiniya xwe bikin plan û proje danîne ber xwe, pêşî komeke biçûk a jinan ku rêxistiniya jinan bike hatiye avakirin, di şexsê Şehîd Warşîn û Şehîd Jînda de xwestin ku vêya bikin û di qanihkirina gelek jinan de û tevlêbûna wan a nav refên YPJ'ê de keda wan û bandora wan pir zêde bûye.

Evdile got, ''Wê demê YPJ nebû lê biryareke hatibû standin ku wer avakirin. Plansaziya me ew bû ku jin tevlî nav van refan bibin. Heke ev tevlêbûn nebûna, biryar û plansazî wê bi kêr nehatana. Em mal bi mal geriyan. Yeka yek em bi jinan re têkildar bûn, nîqaş hatin kirin. Em bi malbatên wan re rûniştin, bi saetan me nîqaş kir. Van nîqaşan bi heftiyan, bi mehan dom kir. Bi israrên xwe me jin qanih kirin û ketin nav têkoşînê.''

‘TEVLÊBÛNA JINEKÊ TÊ WATEYA AZADIYA NETEWEYEKÎ’

Kesayetiya jinan ji vê tevlêbûnê re ne amade bû, ji ber ku jin li gorî pîvanên civakê hatibûn mezinkirin. Xeyalên jinan herî zêde xwendina dibistanê, malek, hevjînek û zarok bû. Herçiqas şoreş bi pêş ve çûbûn jî, mixabin rewşa jinê ya li civaka me wisa bû. Ji bo me tevlêkirina jinekê ji azadkirina neteweyekê watedartir bû. Bi vî awayî em nêzî tevlêbûnan dibûn. Ji bo me dijwar û girîng bû. Me dizanibû ku barê me giran e û lê tevlêbûna her jinekê barê me siviktir dikir. Ji ber ku me dizanî li vê derê jî em bi ser dikevin û me moral û motîvasyona xwe jî ji van serkeftinan werdigirt.

Di sala 2012’an de me li gundê Zixate yê Dêrikê bi navê Şehîd Xebat akademiyek dida avakirin. Wê demê hê YPG ava nebûbû, hê YXK hebû. Me akademiyeke leşkerî ya YXK’ê ava dikir. Ez û hevalekî bi navê Piling me karê organîzekirina akademiya leşkerî dikir. Piştre hevalê Piling şehîd bû. Heta dewreya sêyemîn tu hevalên jin tunebû. Di dewreya çaran de me biryar da ku em ê hevalên jin jî tevlî van perwerdehiyan bikin. Di dewreya çaran de bi du hevalên jin me dest bi perwerdehiyê kir. Ev ji bo serkeftineke mezin bû. Bi demê re tevlêbûn zêde bû, xwebaweriya jinan zêde bû. Ev ji bo gaveke pêşîn bû.

‘PRATÎK JÎ DI HEMAN DEMÊ DEST PÊ KIR’

Piştî ku gelek rêxistin hatin avakirin, di dema pratîkê de di ya YPJ’ê de ne wisa bû. Di YPJ û YPG’ê de xweavakirin û parastin bi hev re pêk dihat. Di sala 2012’an de li Helebê di şerê me yê li dijî Beasê hevalên me bi awayekî çalak tevlî parastinê bûn. Hêzên me, him xwe ava dikirin û him jî axa xwe diparastin. Me tiştên dijwar û xweş bi hev re pêk dianî. Hê YPJ bi awayekî fermî ava nebûbû lê berxwedana wan bi şoreşê re bi pêş ve diçû û xwe ava dikir. Her jinên ku tevlê dibûn, diyar dikirin ku ew fedaiyê vî gelî ne û bi vê motîvasyonê şer kirin. Di nav civakê de baweriyek çêbû. Di qada şer de jî, di nava mêran de jî baweriyeke mezin ava kir. Hevalên me yê jin yên ji rêxistinbûnê berpirsyar di nav gel de ev atmosfer ava kirin. Di nava demeke kurt de YPJ gelekî bi pêş ve çû. Me, Fermandariya Giştî ya YPJ’ê di sala 2013’an de biryar da ku em konferansa xwe ava bikin. Di 4’ê Nîsana 2013’an de em biryara îlankirina YPJ’ê da.

YPJ di hemû şer û pêngavan de cihê xwe stend. Ji sala 2012’an û vir ve li hemû qadên parastinê cihê xwe stend. YPJ’ê li hemberî rejîmê, komên çeteyên îslamî, El Nusra, DAÎŞ û li hemberî çeteyên dewleta Tirk şer kir.”

‘HEMÛ GEL DI NAV YPJ’Ê DE CIH DIGIRIN’

Nesrîn Evdila bal kişand ser vî tiştî ku ji her neteweyan jin tevlî nav YPJ’ê bûne û got ku, “Ji roja destpêkê heta niha, di nav YPJ’ê de gelek pêşveçûn çêbû. YPJ bi pêşengiya jinên Kurd hatiye destpêkirin. Piştre li her dera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe birêxistin kir. Ne bi tenê di nav civaka Kurdan de, di nav hemû gelên herêmê de heye. Xwe kir fedaiyê jinên Kurd ên li herêmê.Bi vê re gelên din jî tevlî nav YPJ’ê bûn. Bi tevlêbûna jinên Ereb, Siryan, Ermen, Çerkez, Tirkmenan re em dikarin rengên hemû neteweyan di nav YPJ’ê de bibînin. Nêzikbûna YPJ’ê bû sedem ku gelek netewe xwe di nav YPJ’ê de bibînin. YPJ şoreşê tenê ji bo gelê Kurd nake. Armanca me ya rastîn avakirina civakeke demokratîk, azad, ekolojîk û wekhev e. Ziman, ol, netewe û baweriya wan çi dibe bila bibe, mafê her jinê heye ku tevlî nav YPJ’ê bibe. Bi sedan jin tevlî nav refên YPJ’ê bûn. A niha jî YPJ jinên hemû gelên Sûriyeyê diparêze.

‘YPJ ÊDÎ HEZEKE PROFESYONEL E’

Tişta ku em balê dikşînin ser wê ev e ku, YPJ di nav pratîkê de pêş dikeve. YPJ li ser zemîna zanistekê ava bû. Di konferansa me ya di sala 2013’an de ev bû ku, divê akademiyên leşkerî werin avakirin. Me dixwest akademiyên îdeolojîk û leşkerî werin vekirin. Di vê derê de biryara akademiyên xweser ên jinan hate dayîn.

Me li hemberî artêşan şer kir. Me li hemberî komên çeteyên Îslamî şer kir. Di warê taktîka parastinê de em bûn pispor. Şer û berxwedana li Kobanê, mînaka herî baş ê vî şerî ye. Reqa jî mînakeke girîng e. Pêngava azadkirina Reqayê li ser esasê tolhildana jinên Şengalê bi pêşengiya YPJ’ê hate kirin. Di vê pêngavê de em bi ser ketin. Êdî YPJ bû hêzeke profesyonel. Hemû çekên ku di şeran de hatine bikaranîn, ji aliyê YPJ’ê ve bi awayekî pisporê hatine bikaranîn.”