ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Rêveberiya Xweser a Rojava 5 zarok radestî dewleta Sûdanê kir
Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê 5 zarokên Sûdanê ku ji nav lepên çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kiribûn, radestî dewleta Sûdanê kir. -
Li Minbicê teqîn
Li taxa Hezawinê ya Minbicê motorsîkleteke bombebarkirî teqiya. -
Ermeniyên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê tabûra xwe ava kirin
Ermeniyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi navê "Nûbar Ozanyan" tabûra xwe ava kirin. TabÛr wê 24'ê Nîsanê di salvegera destpêkirina qirkirina Ermeniyan de bê ragihandin. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Ebû Şahîn hate veşartin
Welatiyên navçeya Amûdê ya Qamişlo cenazeyê şervanê YPG’ê Emar Deqorî (Ebû Şahîn) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Îsamîl veşartin. -
Li Babê teqînek pêk hat
Li Babê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, teqîn pêk hat û hin çete birîndar bûn. -
Berxwedana Efrîniyan a li Şehbayê vegerê misoger dike
Welatiyên Efrînê û malbatên Şehîdan ên ku niha li Şehbayê li ber xwe didin gotin, wê her tim li ser doza şehîdan bin û wê rojekê vegerin Efrînê. -
Cenazeyê şehîd Farûk spartin axê
Cenazeyê endamê Hêzên Asayîşê Farûk Semo yê di encama qezayeke trafîkê de şehîd bibû, li Dirbêsiyê li Goristana Şehîd Rûstem Cûdî spartin axê. -
Şervanê YPG’ê Welat li Hesekê bi merasîmekê hate veşartin
Cenazeyê şervanê YPG’ê Sîpan Cafer (Xwînrij Welat) bi tevlîbûna sedan kesî li Hesekê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar hate veşartin. -
HRE: Li Şera û Şêrewa tankek û 2 baregehên leşkerî hatin tinekirin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku di rêzeçalakiyên hemwext ên 19’ê Nîsanê li Şera, Şêrewa û Ezazê ya li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê de bi kêmanî 6 çete û leşker hatine kuştin. -
Dewleta Tirk çeteyan li Efrînê bi cih dike
Dewleta Tirk a ku dest danîbû ser malên Efrînê, niha jî çeteyên ji Şamê aniye li van xaniyan bi cih dike. -
'Divê hemû ciwanên cîhanê tevlî berxwedana me bibin'
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, li Kampa Veger daxuyaniyek da û bangî ciwanan kir ku tevlî berxwedanê bibin. -
‘Yan wê her welatek hemwelatiyê xwe bigre, yan wê li vir werin darizandin'
Hevserokê Buroya Têkiliyên Karê Derve yê Rêveberiya B-Rojhilatê Sûriyeyê Dr. Ebdulkerîm Omer diyar kir ku ji bo darizandina DAÎŞ’î yên hatine girtin du vebijêrk hene û got; “Yan wê her welatek hemwelatiyên xwe bigre, yan wê ev kes livir werin darizandin." -
YPG’ê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê ragihand ku şervanê YPG'ê Doxan Qendîl 16'ê Nîsanê li Helebê di encama dilêşê de şehîd bûye. -
Dewleta Tirk û çeteyên wê dîsa welatiyên Efrînê revandin
Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê daxwaza fîdyeyê ji xizmên welatiyên Efrînê yên revandî dikin, qirkirinên xweza û dîrokî jî didomînin. -
Li Şehbayê ji bo rizgarkirina Efrîn meşeke girseyî hate kirin
Xelkê Efrîn û malbatên şehîdan ên ji ber hovîtî û êrîşên qirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê neçarî Kantona Şehbayê bûne, ji bo rizgarkirina Efrînê ber bi Navenda Rûsya a li gundê Wehşiyê ve meşeke girseyî pêk anîn. -
Bi hêviya vegera li Efrînê cejna Çarşema Sor pîroz kirin
Êzidiyên Efrînî ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk neçar man koçî Şehbayê bikin, bi hêviya vegera Efrînê cejna Çarşema Sor pîroz kirin. Êzidiyan cejn li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin. -
Çalakiya greva birçîbûnê ya Kongreya Star bi dawî bû
Çalakiya greva birçîbûnê ya Kongreya Star a li Şehba bi armanca piştevaniya bi grevên birçîbûnê re dabû destpêkirin, bi şahiyekê bi dawî kir. -
HRE’ê li çeteyên Firqet El Hemze da
HRE’yê bi ragihand ku yekîneyên wan 15’ê Nîsanê ligundê Kîramrê ya Şêrewa ya Efrînê li dijî komeke çeteyên Firqet El Hemze çalakiyek kirin. Di çalakiyê de çeteyek hatiye kuştin. -
Li Efrînê çalakiya sabotajê: 3 çete hatin kuştin
Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê, ragihand ku li navçeya Mabata ya Efrînê di çalakiyeke li dijî nûqteyeke a girêdayî artêşa Tirk û çeteyên wê pêk hatî de, 3 çete hatine kuştin û 2 çete jî birîndar bûne. -
Çarşema Sor li Şehbayê hate pîrozkirin
Êzidiyên Efrînê ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker koçî herêma Şehbayê bûne, li Kampa Serdemê Çarşema Sor pîroz kirin. -
'Em ê bi felsefeya Ocalan mejiyê DAÎŞ'ê ji holê rakin'
Beşdarên Konferansa Ciwanên Şoreşger diyar kirin ku divê ew bi ruhê şoreşa 8 salan berxwedana xwe mezintir bikin û bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mejiyê DAÎŞ'ê ji nava civakê rakin. -
'Ji bo min bawernameya Şahadetê ji ya refa 12’an bihatire!'
Bavê Şehîd Ezîz Ereb: Min jê re got ku tu yê çawa zilmê li ser mîlyonan rabikî, ev ne pêkan e? Wî jî ji min re got ku em ê bi yek dengî û bi yek destî li ser hemû gelan zilmê rabikin. -
DAÎŞ li Babê jinûve tê birêxistinkirin
Dewleta Tirk, mîna li Tirkiyeyê li herêmên Efrîn û Şehbayê yên dagirkirî, kincên cuda li DAÎŞ'ê dike û vê rêxistina çete ji nû ve bi rêxistin dike. Navenda vê rêxistinbûnê jî Bab e. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Dilgeş Elî hate veşartin
Welatiyên bajarê Qamişlo cenazeyê şervanê YPG’ê Dilgeş Elî (Serhed Ruha) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Delîl Saruxan veşartin. -
YPG’ê nasnameya du şehîdan eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya du şervanên YPG’ê ku 13’ê Nîsanê şehîd bûbûn eşkere kir.