Şervanên li Baxozê: 4'ê Nîsanê rêya me ya têkoşînê destnîşan kir

Li eniya dawî ya ku çeteyên DAÎŞ'ê lê hate qedandin, li Baxozê şervanên YPJ'ê 4'ê Nîsanê, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û salvegera 6'an a damezrandina YPJ'ê pîroz kirin.

Şervanên YPJ'ê yên ku di eniyên Baxozê de cihê xwe digrin roja 4’ê Nîsanê, ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û di heman demê de salvegera 6'an a damezrandina YPJ’ê ye pîroz kirin. Şervanên YPJ'ê wiha gotin; “Rojbûna Serokatî bû ronahiyeke mezin ji bo cîhana me Kurdan û ji bo hemû gelên azadîxwaz. Me keçên Ereb me rêya jiyana xwe bi YPJ’ê re dît û em tevlê refên tekoşînê bûn. Peyama min ji bo her keçeke ciwan ew e, bila werin tevlî nava refên Yekîneyên Parastina Jinê bibin da ku xwe ji desthiladariyê, ji zext û zoriyê xilas bikin, da ku zanibin çawa berevaniyê li xwe bikin.''

Şervana YPJ'ê ya Ereb Delîla Reqa wiha bîr û boçûnên xwe vegotin; “Em vê zayîna dîrokî ya 4’ê Nîsanê li Rêberê xwe û li hemû gelan pîroz dikin. Em îro pir kêfxweş in ku em di Baxozê de cihê xwe digrin. Ji ber me li vir DAÎŞ têk bir û dawî lê anî. Lê bêguman tekoşîna me ya li dijî zihniyeta DAÎŞ’ê berdewam e. Ez jî şervaneke Ereb im, gelek şanazim ku îro bi dehan, heta bi sedan keçên Ereb berê xwe didin nava refên YPJ'ê da ku em bi hev re dawî li vê hişmendiya hov û xwînmij bînin. Li Reqa, Minbic, Tabqa û Dêrezorê piştî rizgarkirina herêman, me keçên Ereb me rêya jiyana xwe bi YPJ’ê re dît û em tevlî nav refên tekoşînê bûn. Peyama min ji bo her keçeke ciwan ew e, bila werin tevlê nava refên Yekîneyên Parastina Jinê bibin da ku xwe ji desthiladariyê, ji zext û zoriyê xilas bikin, da ku zanibin çawa xwe biparêzin. Bi hêviya avakirina siberojên azad û aram ez dibêjim; Jin, Jiyan, Azadî”.

Şervana YPJ'ê Guneş Botan jî got; “Em niha di çeperên Baxozê de cihê xwe digrin. Ji ber wê em careke din têkçûna DAÎŞ’ê li hemû cîhanê pîroz dikin'' û domand, '' Meha Nîsanê meheke taybet û pîroz e. Ji ber rojbûna Serokê me Serok Apo ye û ev rojbûn bû rojbûna tevahî cîhanê. Bi zayîna Rêber Apo re gelê Kurd vîna xwe ya azad careke din bi dest xist û ji hemû cîhanê re got ez heme, ez ê vê hebûna xwe biparêzim. Rojbûna Serokatî bû ronahiyeke mezin ji bo cîhana me Kurdan û ji bo hemû gelên azadîxwaz. Yekîneyên Parastina Jin YPJ jî di rojek wiha pîroz de hate damezerandin. Em YPJ'ê bi vê pêngavê re, em bûn şopdarên Hypatya, Klara Zetkîn û Sakîne. Vaye îro jî li Kobanî Arîn, li Reqa Sozdar, li Minbic Koçerîn, Li Efrîn Avesta, li Dêrazorê jî lehengên mîna Ronya û Berfînan derketin. Her yek ji van hevalên me bûn mîrateyeke giranbiha a dîroka tekoşîna me ya 7 salan. Em êşervanên YPJ heya dawî dilsozê rêya wan bin. Em ê li ser şopa wan heta dawî li zihniyeta desthiladar bînin û jiyaneke aram diyarî gelê xwe û mirovahiyê bikin. Niha em di Baxozê de cihê xwe digrin, em ê heya dawî xwe bi vî gelê re, bi vê axê re bikin yek ku ti komkujiyên din li ser vê axê neyên jiyîn. Em careke din Rojbûna Rêberê xwe, salvegera damezrandina YPJ'ê li hemû jinan û gelê herêmê pîroz dikin.”