Berxwedêra greva birçîbûnê Xelîl: Berxwedana me wê bi ser bikeve

Hacer Xelîl a girtî ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, bi rêya telefonê ji malbata xwe re got, "Em mîna roja destpêkê bi biryar in. Berxwedana me wê me bi ser bixîne."

Greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, didome. Girtiya ji doza PAJK'ê Hacer Xelîl ku yek ji endamên koma destpêkê ya greva birçîbûnê ye, bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û bang li her kesî kir ku li dora berxwedana greva birçîbûnê bicivin. Xelîl got, "Bi ruhê 14'ê Tîrmehê ez hevala Leyla, Nasir û berxwedêrên li Ewropa û çar parçeyan silav dikim. Em bi îradeyeke mezin vê berxwedana xwe didomînin. Mîna roja destpêkê em bi biryar in.

Bang li gelê me, gelê me yê li Ewropayê û dostên têkoşîna azadiyê hemûyan dikim; bila li dora berxwedanê bicivin. Berxwedan wê me bi ser bixîne. Me roja destpêkê ji vê bawer kir, em niha jî pê bawer in. Me di vê berxwedanê de çar şehîd dan, yek ji van jî hevala me Ayten bû. Kêm mabû ku ji zindanê derkeve. Ne diyar e ku li vê derê çi bê serê kê. Bila gelê me zanibe, zarokên wan amade ye ji bo gelê xwe xwe feda bikin.

Em bi bawerî û biryar in. Berdêla xwe çi be em ê wê berdêlê bidin. Ji ber ku tecrîd li dijî Rêberê me ye, li dijî beden û îradeya me ye. Bila dilê her kesî rehet be, em ê bi ser bikevin. Gelê me yê li Şehbayê wê li cih û warê xwe vegere. Ez Newrozê li wan pîroz dikim. 4 Nîsan li pêşiya m eye, rojbûna me hemûyan e. 4'ê Nîsanê jî li gelê me, li hevrêyan hemûyan û her kesên li ber xwe didin pîroz dikim."

'DIVÊ TAVILÊ BERSIV JI DAXWAZÊN ÇALAKGERAN RE BÊ DAYIN'

Dayika Xelîl Hatîce Mihemed diyar kir, wê timî piştgiriyê bidin zarokên xwe yên berxwedêr û got, divê êdî dinya li pêşberî vê berxwedanê bêdeng nemîne. Xwişka Hacer Xelîl Leyla Xelîl jî anî ziman, rewşa tenduristiyê ya xwişka wê nebaş dibe, lê belê bi biryar e ku berxwedana xwe heta dawiyê bidomîne. Leyla Xelîl destnîşan kir, CPT û dadgehên mafên mirovan ên navneteweyî divê li pêşberî rewşê bêdeng nemînin û got, ew dixwazin bi rengekî lezgîn bersiv ji daxwazên çalakgeran re bê dayin.

Leyla Xelîl anî ziman, her roja Pêncşemê ew bi rêya telefonê bi xwişka xwe re diaxive û got, "Xwişka min deh kîlo li xwe kêm kiriye. Nikare razê, hin deverên bedena wê werimiye. Nikare pêlavê bixe lingê xwe. Şewt ketiye stu û hestiyên wê. Bi tena serê xwe nikare tevbigere. Bi alîkariya hevalên xwe dikare bê cihê telefonê. Di ser re êşkenceyeke giran a psîkolojîk lê tê kirin. Ji me re got ku dema wan dibin dadgehê sifreya xwarinê li ber wan datînin, ji bo xwarinê bixin zextê li wan dikin."