YPG'ê 11 şehîdên 2015'an bi bîr anî

YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî 11 şervanên ku li Serêkaniyê şehîd bûbûn bi bîr anî.

Fermandariya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî 11 şervanên YPG-YPJ'ê li Serêkaniyê şehîd bûbûn bi bîr anî. YPG'ê di daxuyaniya nivîskî de got, ''Em hemû şehîdên xwe yên qehreman ku serkeftina mezin bi binxistina DAÎŞ'ê diyarî me kirine bi rêzdarî bibîr tînin. Em ê wan nirxên ku şehîdên me bi canê xwe ve ava kirine heya dawî biparêzin û soza bilindkirina têkoşîna wan didin.''


Di daxuyaniyê de hate gotin şervanên YPG-YPJ'ê  ''Agir, Devrim, Enter, Êrîş, Kendal, Ozlem, Rûstem, Şoreş, Viyan, Welat û Yaşar jî parêzvaniya vê şoreşê kirine û di çeperên Serêkaniyê de şehîd ketine.''

Bi giştî daxuyaniya YPG'ê wiha ye:

''Welatê Kurdistanê ku di hemû demê dîrokê de ku hertim şer berdewam kiriye û berê hêzên dagirker li wir bûye. Hêzên qirker ku dixwestin bibin xwedî mal û milkên Kurdistanê û her tim li hemberê welatê me di nav êrîşan de ne di aliyê din de jî armanca wan a herî mezin bi polîtîkayên xwe a tunekirinê ve gelê Kurdistanê ji qirkirinê re derbas bikin. Lê belê li hember van êrîşên dijmin a qirkirinê gelê me her tim di nav têkoşînê de bûye. Gelê Kurdistanê jiyana herî bê rûmetî ku ji bo wan layik hatiye dîtin, bi awayek tûj red kiriye û vînên xwe yên azadiyê her tim parastine.

Hêviya rizgariya gelekî, hertim zarokên xwe yên ku bi welatê xwe û gelê xwe re girêdayî a ji nav wan derketine ye. Gelê me yên Rojava jî bi rêbertiya fikrê azadiyê ku di van axan de mezin bûye xwe rêxistin kirine û îro jî şoreşek herî mezin di dîroka cîhanê de, şoreşa Rojava pêk anîne. Bi vê ve ev şoreş bûye şoreşekî bi dayîna nirxên mezin û bidestxistina nirxên mezin. Bêguman avakerên vê şoreşê jî ew şehîdên ku li hember dijminê hov û qirker şer kirine û şûna jiyana bêrûmet mirineki birûmet ji xwe re hilbijartine û gelê me yên ku bi kedên xwe yên mezin ligel şervanên xwe bûne ye. 

Yek ji van berxwedanan jî di sala 2015'an de li bajarê me yê Serêkaniyê û gûndên derdora wê de di pêvajoya herî hov a çeteyên DAIŞ'ê de hatiye dayîn. Di nav vê berxwedanê de bi dehan gelê me yê Bakurê Kurdistanê ku bi rihê seferberiyê tevlî şoreşa Rojava bûne û di eniyên cûda de şehîd ketine. Bi vê rihê seferberiyê rêhevalên me Agir, Devrim, Enter, Êrîş, Kendal, Ozlem, Rûstem, Şoreş, Viyan, Welat û Yaşar jî parêzvaniya vê şoreşê kirine û di çeperên Serêkaniyê de şehîd ketine.

Em hemû şehîdên xwe yên qehreman ku serkeftina mezin bi binxistina DAIŞ'ê diyarî me kirine bi rêzdarî bibîr tînin. Em ê wan nirxên ku şehîdên me bi canê xwe ve ava kirine heya dawî biparêzin û soza bilindkirina têkoşîna wan didin.''

Li gorî daxuyaniya YPG'ê nasnameya şehîdan wiha ye;

Nasnav: Agir Cegerxwîn

Nav û Paşnav: Sînan Başboga

Navê Dayik: Turkan

Navê Bav: Hesen

Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn

Cih û Demê Şehadetê: Serêkaniyê / Gundê Menacîr / 9’ê Adarê 2015'an

***

Nasnav: Devrîm Tilora Gever

Nav û Paşnav: Semîh Derînsu

Navê Dayik: Nuriye

Navê Bav: Velî

Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg

Cih û Demê Şehadetê: Serêkaniyê / 8’ê Adarê 2015'an

***

Nasnav: Enter Ciwan

Nav û Paşnav: Musa Barak

Navê Dayik: Naîme

Navê Bav: Abdullah

Cihê Jidayikbûnê: Mersîn

Cih û Demê Şehadetê: Serêkaniyê / Gundê Til Hilo / 16’ê Adarê 2015'an

***

Nasnav: Êrîş Torî

Nav û Paşnav: Muammer Şîmşek

Navê Dayik: Selîme

Navê Bav: Mehmet

Cihê Jidayikbûnê: Êlih

Cih û Demê Şehadetê: Serêkaniyê / Gundê Til Hilo / 10’ê Adarê 2015'an

***

Nasnav: Kendal Başkale

Nav û Paşnav: Hemze Durmuş

Navê Dayik: Încî

Navê Bav: Kazim

Cihê Jidayikbûnê: Wan

Cih û Demê Şehadetê: Serêkaniyê / 8’ê Adarê 2015'an

***

Nasnav: Ozlem Gever

Nav û Paşnav: Cevahîr Aydogan

Navê Dayik: Rîhan

Navê Bav: Yusuf

Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg

Cih û Demê Şehadetê: Serêkaniyê / Gundê Menacîr / 9’ê Adarê 2015'an

***

Nasnav: Rustem Farqîn

Nav û Paşnav: Fatîh Korkmaz

Navê Dayik: Songul

Navê Bav: Şaban

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Cih û Demê Şehadetê: Serêkaniyê / 8’ê Adarê 2015'an

***

Nasnav: Şoreş Agirî

Nav û Paşnav: Tanju Kaya

Navê Dayik: Sultan

Navê Bav: Fesîh

Cihê Ji Dayikbûnê: Agirî

Cih û Demê Şehadetê: Serêkaniyê / 10’ê Adarê 2015'an

***

Nasnav: Viyan Avareş

Nav û Paşnav: Merve Fatma Şeref

Navê Dayik: Yasmîn

Navê Bav: Nazim

Cihê Jidayikbûnê: Nevşehîr

Cih û Demê Şehadetê: Serêkaniyê / Gundê Menacîr / 9’ê Adarê 2015'an

***

Nasnav: Welat Farqîn

Nav û Paşnav: Îhsan Eryilmaz

Navê Dayik: Maşallah

Navê Bav: Mehmet

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Cih û Demê Şehadetê: Serêkaniyê / Gundê Menacîr / 9’ê Adarê 2015'an

***

Nasnav: Yaşar Berfîn

Nav û Paşnav: Mehmet Şerîf Aşkan

Navê Dayik: Hediye

Navê Bav: Mehmet

Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn

Cih û Demê Şehadetê: Serêkaniyê / Gundê Menacîr / 9’ê Adarê 2015'an