Şervanên YPG/YPJ'ê rojbûna Ocalan û salvegera YPJ'ê pîroz kirin

Şervanên YPG-YPJ'ê 4'ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 6'emîn salvegera damezrandina YPJ'ê li Hesekê bi merasîm û şahiyekê pîroz kirin.

Şervanên YPG'ê-YPJ'ê li Hesekê, bi wesîleya salvegera 6'mîn a damezrandina YPJ'ê merasîmeke leşkerî li darxistin û bi çandina daran rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.

Şervanên ku beşdarî pîrozbahiyê bûyî di derbarê wate û girîngiya rojê de axivîn û hestên xwe anîn ziman. Şervanan rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li tevahiya gelê Kurd û mirovahiyê pîroz kirin. 

Şervana YPJ'ê Viyan Kanî: "Ev roj ji bo me rojeke pir girîng e. Em hem rojbûna Rêberê ku bi fikir û felsefeya xwe ji me re rêya azadiyê nîşand da, pîroz dikin û hem jî salvegera damezrandina YPJ'ê pîroz dikin. Me bi saya vê rojê nasnameya jina azad bi dest xist, xwe bi rêxistin kir û artêşbûn pêk anî. Şehîdên me ev xeta azadiyê bi lehengî û qehremanî parastin û dewrî me kirin. Em ê ji niha û pêde li ser şopa şehîdên xwe bin û fikir û felsefeya Rêber APO ji bo xwe her tim bikin bingeha têkoşîna azadiyê. Ez dibêjim, pêwîste her jineke ku di nava refên YPJ'ê de, têkoşînê dike, divê xeta azadiyê ya Rêber APO ji me re afirandiye bide jiyîn."

Şervana YPJ'ê Bihar Qamişlo: "Ez salvergera damezrandina YPJ'ê li hemû jinên cihanê, Rêber APO û berxwedêrên grava birçîbûnê pîroz dikim. Me bi fikir û felsefeya Rêber APO xwe nas kir, têkoşîn kir û ji niha û şûnde jî em ê heya misogeriya jiyaneke azad û azadiya Rêbertî ya fîzîkî têkoşîna xwe bê navber didomînin."

Şervana YPJ'ê Warşîn Efrîn: "Ev roj, rojbûna Rêber APO ye. Em rojbûna Rêber APO pîroz dikin, Rêber APO ku ev 20 sal in di zindanê da ye, lê di rih de her roj li gel me ye. Her wiha îro salvegera damezrandina YPJ'ê ye; ev roj ji bo me rojeke pîroz e. Di destpêkê de rola jinê tinebû lê bi zayîna Rêber APO re jin ji zilma hezar salan hate rizgarkirin. Êdî jin bê tirs mafê xwe xwest û ji bo mafê xwe bi vîna xwe têkoşîn dike. Ev ji bo jinan şoreşeke mezin e. Em jî weke şervanên YPJ'ê vê rojê li Rêber APO û hevalên li zîndanan û hemû jinan pîroz dikin û careke din soza azadkirina Rêber APO ya fizîkî didin."