Hêzên Rizgariya Efrînê li Mareyê li dagirkeran xistin

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihandin ku şervanên wan li Mare li dijî leşker û çeteyên dewleta Tirk çalakî li dar xistine. HRE’yê got; “Di çalakiyê de çeteyek hate kuştin û 2 çete jî birîndar bûn.”

Hêzên Rizgariya Efrînê têkildarî çalakiyên şervanên wan ên li herêma Efrîn û derdora wê daxuyaniyek nivîskî weşand.

HRE’yê got; “Çalakiyên şervanên me yên li dijî leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker li herêma Efrîn û derdora wê didomin.

Di vê çarçoveyê de roja 1’ê Nîsanê (duh) şervanên me çalakiyek li dijî wesayîteke leşkerî ya koma çete ya bi navê Cebhet El Şamiye li derdora gundê Tuwês ya girêdayî herêma Mare li dar xistin. Di encama çalakiyê de çeteyek hat kuştin û 2 çete jî birîndar bûn.”