Bajarên Rojavayê Kurdistanê bi wêneyên lehengiya YPJ'ê xemilîn

Bi wesîleya salvegera 6'an a damezrandina YPJ'ê, Navenda Ragihandinê ya YPJ'ê wêneyên şervanên YPJ'ê li gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê daliqandin.

Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) 4'ê Nîsana 2013'an hatibû ragihandin. Piştî şer û têkoşîneke giran, li dijî çeteyên DAÎŞ'ê serketineke mezin ragihandin. Bi wesîleya salvegera 6'an a damezrandina YPJ'ê, wêneyên lehengiya şevanên YPJ'ê li bajarên Rojava hatin daliqandin.

Şervana YPJ'ê Zîlan Welat 4'ê Nîsanê bi van gotinan pîroz kir: "Ji bo me YPJ'ê roja 4'ê Nîsanê du wateyên xwe yên giranbiha hene. Hem roja rojbûna Rêberê me ye, hem jî roja avakirina artêşa me YPJ ye. Li ser vê bingehê em vê rojê di serî de li Rêber APO, jinan û gelê herêmê pîroz dikim."