Koçberên Efrînê 4’ê Nîsanê pîroz kirin

Li Kantona Şehbayê welatiyên Efrînê yên ji ber zilma dewleta Tirk koçber bûne, bi çandina darên zeytûnê ve 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.

Welatiyên Efrînê yên ji ber êrîşên qirker ên artêşa Tirk û çeteyên wê neçar mabûn koçî Kantona Şehbayê bûbûn,4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyên cûr bi cûr pîroz kirin. Îro jî bi çandina darên zeytûnê welatiyên Efrînê Rojbûna Ocalan pîroz kirin.

Li Kampa Berxwedan, Serdem, Veger û navçeyên Ehresê bi çalakiyên cuda Rojbûna Ocalan hate pîrozkirin.

Şahî bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanên şehîdan destpê kir. Şahî bi çandina daran destpê kir.

Pîrozbahî bi gerandina govendê ve bi dawî bû.