Êzîdiyên Efrînê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Ocalan pîroz kirin 

Êzîdiyên Efrînê ku ji ber dagirkeriya artêşa Tirk û çeteyên wê bi neçarî li Şehbayê bi cih bûne, îro li kampa Serdem rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.

Êzîdiyên Efrînê yên ku bi neçarî koçî Şehbayê kirine, ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan a 70'ê pîroz bikin şahiyek pêk anîn.

Endama Yekîtiya Jinên Êzidî Eyşa Sîdo li şahiyê axivî û diyar kir, rojbûna Ocalan rojbûna wan hemiyan e. Sîdo got, "Bi navê jinên Êzidî em roja 4'ê Nîsanê li Serok Apo û şervanên azadiyê pîroz dikin."

Piştre 2 zarokan helbestek li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan xwendin.

Koma zarokên Êzidî di şahiyê de hunera xwe pêşkêş kirin.

Di dawiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Zindanan" hatin qîrîn.