Berdevka YPJ'ê: Em xwe li dijî dagirkeriyê amade dikin

Berdevka YPJ'ê Nesrîn Abdullah diyar kir, hêzên QSD'ê û gelên herêmê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û gefên nû yên dagirkeriyê amadekariyan dikin û got, "Em ê gel û welatê xwe biparêzin."

Îro salvegera 6'an a damezrandina Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ye. Berdevka YPJ'ê Nesrîn Abdullah bi wesîleya rojê ji ANF'ê re axivî.

YPJ'Ê NE TENÊ BI ÇEKAN ŞER KIR

Nesrîn Abdullah bi bîr xist ku ji sala 2013'an ve hem li Rojavayê Kurdistanê hem jî li Bakurê Sûriyeyê ew li dijî DAÎŞ'ê têdikoşin û got, "Di encama vê têkoşînê de qadeke ji 52 hezar kîlometreçargoşeyî hate rizgarkirin. Zêdeyî 5 milyon mirov hatin rizgarkirin ku zêdeyî nîvê wan jin û zarok in.

Di vê têkoşînê de 600 hevalên jin şehîd bûn, bi hezaran birîndar bûn. Azadiya welat û jinê ji bo me armanceke pîroz bû ku di oxira wê de me canê xwe feda kir. Ji roja destpêkê heta niha em bi vê nêzîkatiyê tevdigerin.

DAÎŞ dijminê jinan bû û gefeke mezin bû. Ne tenê ji aliyê leşkerî ve, me ew ji aliyê îdeolojîk û çandî ve jî weke dijminekî dît. DAÎŞ'ê di çarçoveya zîhniyeta xwe de di şer de jî dijminatî li jinan kir. DAÎŞ'ê jî fêhm kir ku em ne tenê têkoşîna çekdarî li dijî wan dimeşînin. Me li dijî çeteyên cîhadîst hemûyan şer kir.

Eger jin di vê astê de cihê xwe di şerê dijî DAÎŞ'ê de negirtibûna, zehmet bû ku DAÎŞ bihata qedandin. YPJ di vî şerî de her wiha bû hêza manewî. Hebûna YPJ'ê di şer de tirseke mezin berda nava dilê DAÎŞ'ê. Ji ber ku DAÎŞ û çeteyên din li hemberî xwe artêş dîtibûn, lê artêşeke ji jinan nedîtibûn. Artêşeke ewqasî biryardar nedîtibûn. Ji ber ku artêşên li dijî wan şer dikirin car carna ji bo stratejiyên siyasî dikarîbûn li hev bikira. Lê YPJ'ê 'tinekirina dijminê jinan' ji bo xwe kir armanc."

YPJ BÛ NASNAME JI JINÊN DINYAYÊ RE

Nesrîn Abdullah bal kişand ser dengvedana YPJ'ê li dinyayê û got, "Hem ji Rojhilata Navîn, hem jî ji tevahiya dinyayê jin tevlî bûn. Hinek ji van hevalên me şehîd bûn; Lêgerîn, Îvana, Hêlîn, Toprak... YPJ piştî Kobanê êdî bû hêzeke enternasyonal. YPJ ji bo jinên li gelemperiya dinyayê bû nasnameyek. Yek ji serketinên YPJ'ê jî ev bû.

Şoreşa Rojava veguherî şoreşa Sûriyeyê û dinyayê. Ji ber vê yekê bi sedan jinên ku ne Kurd in tevlî YPJ'ê bûn. Ji bo jinên dinyayê pêwîstî bi hêzeke wiha heye. Eger aştî, edalet wê were vê dinyayê, eger her du zayend wê wekhev bibin, ev yek wê bi destê jinê bibe."

'EM HEVPARÊ PLANSAZIYA QSD'Ê YA LI DIJÎ DAÎŞ'Ê NE'

Berdevka YPJ'ê Nesrîn Abdullah anî ziman, têkoşîna wan derbasî qonaxeke nû bûye û got, "Xaka dawî ya di destê DAÎŞ'ê de bû hate rizgarkirin, lê hîn jî gelek gef hene. Tevî gelek hucreyên veşartî yên li nava civakê, her wiha ji aliyê zîhniyetê ve jî bandor li civakê kirine. Bi taybetî li herêmên ku demeke dirêj li wir man. Her wiha di nava civakê de rê li ber psîkolojiyeke cuda vekirin. Ji ber vê yekê jinûve sazkirin û avakirina civakê karekî zehmet e. Bi navê YPJ'ê em ê jî di çarçoveya stratejiya QSD'ê de têkoşîna xwe bidomînin. Ji bo aramî li herêmên me û tevahiya herêmê pêk were, em ê li dijî hucreyên veşartî têkoşîneke xurt bikin. Ev yek ji bo me armanceke bingehîn e."

'GEFÊN DEWLETA TIRK DIDOMIN'

Nesrîn Abdullah bal kişand ser dagirkerî û gefên dewleta Tirk û got, "Em; YPJ heta ku Efrînê rizgar bikin em ê nesekinin. Ev yek ji bo me armanceke stratejîk e û YPJ'ê xwe ji vê yekê re amade kiriye. Armanca me ew e ku xwe mezintir û profesyoneltir bikin. Li pêş me konferans heye. Li vê derê wê biryarên nû werin wergirtin. Ji aliyê rêxistinî ve em xwe ji pêvajoyeke nû re amade dikin.

Metirsiyeke mezin li ser welatê me heye. Dewleta Tirk amadekariyan dike ku dagirkeriya xwe berfireh bike. Eşkere ye ku dixwaze li tevahiya welêt serdest bibe. Çawa ku Ezaz, Cerablûs, Bab, Efrîn dagir kir, niha jî dixwaze herêmên me yên din dagir bike. Gelê Kurd, hêzên me, hêzên QSD'ê hemû û gelên herêmê li dijî vê yekê di pêvajoyeke amadekariyê de ne. Heta ku yek ji me bimîne em ê gel û cografya xwe biparêzin.

'EM JI ÇARESERIYA DEMOKRATÎK RE AMADE NE'

Em hêvîdar in ên ku xwe weke hêza çareseriyê di pirsgirêka Sûriyeyê de dibînin wê careke din rê nedin pêvajoyeke nû ya şer. Em ji çareseriyeke demokratîk re amade ne. Rêveberiya xweseriya demokratîk jî bi dehan caran got, 'Em ji pêvajoya çareseriya li ser bingeha demokratîk a pirsgirêka Sûriyeyê re amade ne'. Nêzîkatiya xwe ya di vê mijarê de nîşan da."

Di dawiya axaftina xwe de Nesrîn Abdullah 4'ê Nîsanê salvegera 6'an a damezrandina YPJ'ê li şehîdan, li malbatên şehîdan, jinan, dayikan, li şervan û fermandarên YPJ'ê pîroz kir.