'Serketina li dijî DAÎŞ'ê serketina jinan hemûyan e'

Fermandara Yekîneya Parastina Jinê (YPJ) Zinarîn Kobanê, got, jinan di dîrokê de têkoşîn û serketinên xwe bi tîpên zêrîn nivîsand û îro jî di pêşengtiya YPJ'ê de ev çand xwe ji nûve zindî kir.

Fermandara yekîneyên parastina jin YPJ’ê Zînarîn Kobanê li ser serketina li dijî DAIŞ’ê axivî û got, jinan di dîrokê de, tekoşîn û serkeftinên xwe bi tîpên zêrîn nivîsandine û îro jî bi pêşengtiya YPJ’ê ev çand zindî dibe.

Fermandara YPJ’ê Zinarîn Kobanê, di destpêka axaftina xwe de serkeftina dîrokî li tevahî jinan pîroz kir û wiha got:“ Em vê serkeftinê destpêkê li hemû hevalên amede, jinên cîhanê û hemû gelan, ku ji bo vê şoreşê ked dane, pîroz dikin. Îro dîrok bi destê jinên tekoşer tê nivîsandin û bi rengê jinê şoreşa gelan tê avakirin. Tekoşîna ku van salan a li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê, ewqasî ne hêsan bû, ev tekoşîn kêlî bi kêlî bi xwîna şehîdan bû. Bi pêşengtiya jinan, çeteyên DAÎŞ’ê, ku weke hêzekî herî hovane û dijminê jinan kete dîrokê, hate têkbirin. Çawa ku li Kobanê şikest, îro li Baxozê şikestina herî mezin jiya. Me çeteyên DAIŞ’ê li herêma aliyê bejahiyê bi dawî kir lê em nikarin bêjin DAÎŞ bi dawî hatiye. Ji ber wê tekoşîna me li vir dawî nebûye, berovajî, em karin bêjin wê tekoşîna me bi rêbaz û şêwazê nû berdewam bike. Em hêzên YPJ’ê pêşengtiyê ku ji me tê xwestin li kûderê dibe bila bibe em ê wê tekoşînê berdewam bikin, da ku em karibin serfeftinê misoger bikin.”

SERKEFTIN BI YEKÎTIYA GELAN Û HEVKARIYA JINAN BÛ

Fermandar Kobanê, bi berdewamî da zanîn, ev serkeftin bi yekîtiya gelan û hevkariya jinan hate bi destxistin û got:“Em ji tarîtiyê derdikevin ronahiyê. Meha Newrozê ji bo gelan xwedî wateyek mezin e. Têkbirina çeteyên DAÎŞ’ê di vê mehê de jî ji rastiya gelan yê dîrokê qut nîne. Ev meh bi qasî ku rojên bi êş tê de hene ewqasî jî coşa biharê ya gelan e. Bi xemla jinan bi rengê zarokan bi mozaîka gelan em dibînin, îro hemû gel bi çanda xwe li qadan in û vê serkeftinê pîroz dikin. Ev rojên bi şahî û coş hemû gelan û jinan heq kiriye.” 

EM Ê TIM BI RISTA PÊŞENGIYÊ RABIN Û TÊKOŞÎNÊ GEŞ BIKIN

Fermandara YPJ’ê Zinarîn Kobanê herî dawî got: “Ji bo em bikaribin projeya jiyana azad û wekhev bi neteweya demokratik tacîdar bikin, serkeftinê bi ser bixin; em jin em ê her tim pêşeng bin û her tim ji bo wê têbikoşin. Serkeftina heyî, em diyarî hemû jinan dikin û bi taybetî diyarî wan gelan dikin ku di vê şoreşê de keda wan çêbûyî, hevalên meyî şehîd û gazî dikin.”