Li Til Hemîsê lehî rabû: Gelek gund hatin valakirin

Li navçeya Til Hemîs a herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê lehî rabû. Gelek gund ji ber lehiyê di nava avê de man.

Ji ber barana ku bi rojane li herêma Cizîrê dibare, lehî rabû û rêyên gelek gundan hatin girtin.

Pirên ku navçeya Til Hemîs, kantona Qamişlo, bajarokê Cezaa, Til Koçer û Holê bi hev ve girê didin, hilweşiyan. Heta niha jî gelek gundên navçeya Til Hemîsê di nava lehiyê de mane. Şênî hişyariyê didin ku heger lehî bi vî awayî bimîne, dê karesat çêbin.

Saziyên sivîl û komîteyên awarte yên navçeya Til Hemîsê di nava seferberiyê de ne da ku alîkariya kesên ku zirar dîtine, bikin û wan veguhezînin dibistanan. Her wiha li derdora gundan satirên axê çêkirine da ku av derbasî nava gundan nebe.

Gundên ku ji ber lehiyê zirar dîtine, ev in: Bajarokê Cezaa, Mezarî Henwa, Zerga, Hesen Necim, Ekerşe, Sifana, Mişêrfet Hemra ya başûr, Wedîhiye, Wawiye, Cîsî Mey, Henwa Mezin, Hisêwiyê, Xiwêtle, Farisok, Xirbêt Emer, Mezret Xirbet Emer, Belqîs, Ferhaniye, Milîhiye, Tol Kerim, Xişme, Medo, Mezret Zome, Deboliye, Hemiye, Cîsî mezin, Meştel, Bişo, Sifûk, Xirbet Fida, Munisirîn, Bekariye û Til Haman.