Di navbera Meclîsa Leşkerî ya Babê û çeteyên Enqereyê de şer derket
Li Rojhilatê Babê di navbera Meclîsa Leşkerî ya Babê û komên çeteyên Enqereyê de şer derket.
Li Rojhilatê Babê di navbera Meclîsa Leşkerî ya Babê û komên çeteyên Enqereyê de şer derket.
Li gorî agahiyên ku hatine stendin çeteyên bi ser rejîma Enqereyê êrîşî bendên Meclîsa Leşkerî ya Babê yên li gundên Til Torîn û Bihêwîcê kirin.
Li gorî agahiyên ji meclîsa leşkerî hatine bidestxistin, çeteyan ji gundê Kirêdiyê êrîş kirine.
Hate ragihandin ku êrîş bi çekên sivik û çekên navincî hatine kirin û Meclîsa Leşkerî ya Babê bersiv daye êrîşan.
Hate ragihandin ku li herêmê car caran şer çêdibe.