Ji ber lêhiyê rêya Tirbespiyê-Qamişlo hate girtin
Rêya di navbera navçeya Tirbespiyê û bajarê Qamişloyê de ji ber lehiyê ji veguhastinê re hate girtin.
Rêya di navbera navçeya Tirbespiyê û bajarê Qamişloyê de ji ber lehiyê ji veguhastinê re hate girtin.
Li heremê ji ber barana zêde lêhî rabibû û rêya di navbera navçeya Tirbespiyê-Qamişlo ya nêzî gundê Dugurê ji bo wesayîtan hate girtin.
Li ser vê yekê tîmên polîsan ên trafîkê berê wesayîtan dan rêya navneteweyî. Li aliyê din tîmên şaredariyê ji bo ku zêdetir zirar li rê û pirsên derdor çênebe ketin nava tevgerê.