ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Dagirkeriya dewleta Tirk li Til Koçerê hat protestokirin
Bi armanca protestokirina êrîşên dewleta Tirk ên dagirkirina Başûrê Kurdistan û Bakurê Suriyeyê, li Til Koçerê meşek hat lidarxistin. -
Li Reqayê di gorên komî de 4 hezar û 500 cenaze hatin derxistin
Li Reqayê karê ji bo derxistin û tespîtkirina cenazeyan ji gorên komî didome. Hate ragihandin ku 4 hezar û 500 cenaze ji gorên komî hatine derxistin. -
Moskowa: Li Idlibê agirbest pêk hat
Artêşa Rûsyayê, ragihand ku li herêma Idlib a dikeve bakur-rojavayê Sûriyeyê di navbera hêzên hukumet û komên çekdar de agirbest pêk hatiye. -
Jinên Sûriyeyî wê ji bo çareseriyeke hevpar li hev bicivin
Berdevka Kongreya Star Evîn Siwêd der barê Kongreya Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî ku wê 14'ê Hezîranê pêk were û diyar kir, "Em dixwazin bi cihêrengiya xwe di çareseriya hevpar de bibin yek." -
Agir bi zeviyên li rojavayê Girê Spî ketin
Agir li zeviyên gundên dikevin rojavayê Girê Spî ketin. -
Şewata li Til Birakê ji nû ve destpê kir
Ji nû ve şewat li zeviyên navçeya Til Birak a Qamişloyê ketin, ji sedî 60’ê zeviyên li Til Koçerê jî bûne xwelî. -
Şandeyeke Rojava çû Başûrê Kurdistanê
Şandeyeke ku ji nûnerên partiyên Rojavayê Kurdistanê pêk tê, çû başûrê Kurdistanê. -
Li Efrînê teqîn: Çeteyek mir, du çete jî birîndar bûn
Li Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, di encama teqînekê de çeteyek mir, du jî birîndar bûn. -
Şewat, şerê li dijî aboriya Rojava ye?
Piştî ku DAÎŞ ji hêla leşkerî ve hate têkbirin niha jî Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi şewatê ketiye. Piştî ku dema bênderan dest pê kir, bi rengekî ku bi guman şewatan bi sed hezaran domin dexl şewitîn. -
‘Divê mirov şoreşa konfederalîzma demokratîk zêdetir nas bike’
Hîndekara Zanîngeha Londraya Rojhilat Dr. Camîlla Power çû serdana zanîngeh û akademiyên li Rojava û diyar kir ku divê cihên cuda yê cîhanê jî şoreşa konfederalîzma demokratîk nas bikin. -
Gelê Qamişloyê li dijî dagirkeran bi hêrs e
Gelê Qamişloyê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê û hewldanên ji bo mayindekirina dagirkeriya li Efrînê bi hêrs e. -
Cenazeyê endamê Hêzên Asayîşê Muslim spartin axê
Cenazeyê endamê Hêzên Esayîşê Edhem Muslim ê li Reqayê şehdî ket, li Şehîdgah Şehîd Dicle ya Kobanê bi merasîmeke girseyî spartin axê. -
Dewleta Tirk û çeteyê wê li Til Rifatê sivîlek qetil kir
Artêşa Tirk û çeteyên wê bi obus û hewanan êrîş bire ser navçeya Til Rifat a Şehbayê. Di êrîşê de sivîlek hate qetilkirin, 3 sivîl jî birîndar bûn. -
Şewata li Dirbêsiyê û Til Hemîsê didomin
Şewata li zeviyên gundên girêdayî navçeya Dirbêsiyê û Til Hemîsê derketibûn hê jî didome. -
Li Tirbespiyê zeviyên gel bûn xwelî
Li 29 gundên Tirbespiyê ji ber şewatê 100 hezar donim zevî bûn xwelî. -
Şêniyên Qamişloyê li dijî dagirkeriyê daketin qadan
Li bajarê Qamişlo yê Federasyona Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê û lêkirina dîwarê dagirkeriyê li Efrînê meşeke girseyî pêk hat. -
Şehîdê YPG‘ê Fesîh spartin axê
Li Hesekê şervanê YPG‘ê Fesîh Beşar Osman (Koçer Hesekê) li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê bi merasîmekê spartin axê. -
Leşkerên Tirk li Serêkaniyê agir berdan zeviyan
leşkerên Tirk li Serêkaniyê agir berdan zeviyan, li Tirbespiyê ji ber sedemeke nayê zanîn agirek mezin derket. -
HRE: Li Efrîn û Ezazê 7 leşker û çete hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE), ragihand ku li Efrîn û Ezazê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên giradayî wê çalakî pêk anîne û di van çalakiyan de 7 dagirker hatine kuştin. -
Ji bo Idlibê bazara pergala S-400 di rojevê de ye
Li Idlibê piştî dewriyeya Tirkiyeyê ya 6’ê Hezîranê, komên çete bi çekên nû û endamên DAÎŞ’ê li hemberî rejîm û Rûsyayê eniyeke nû vekirin. Rejîm û Rûsya jî Morek a di bin serweriya Tirkiyeyê de ku êrîş ji wir hatî destpêkirin dorpêç dike. -
'Rêber Apo nîşaneya welatparêziyê ye'
Elî Omar ê ji Qamişloyê ku salên 1990'î serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir got, "Piştî ku min serok dît, hîn bêhtir bi partiyê ve hatim girêdan. Rêber Apo nîşaneya welatparêziyê ye." -
Artêşa Tirk li gundên Malikiyê û Şiwarqayê yên Efrînê dide
Artêşa Tirk û çeteyên wê bi çekên giran li gundên navçeya Şera ya Efrînê didin. -
Li Dêrazorê yekîneyeke DAÎŞ’ê hate girtin
Yekîneyên Antî-Teror ên QSD’ê li Dêrazorê girtin ser yekîneyeke veşartî ya DAÎŞ’ê. Di serdegirtinê de gelek cebilxane hate desteserkirin. -
HRE’yê li Efrîn û Ezazê çalakî li dar xist
Hêzên Rizgariya Efrînê li Efrîn û Ezazê rêzeçalakî li dar xistin. HRE’yê diyar kir ku di çalakiyan de leşkerekî Tirk û serçeteyek hatine kuştin. -
'YPJ hêza parastina nirxên şehîdan e'
Yekîneyên parastina jinê (YPJ), di navbera 1-2 Hezîranê de konferansa xwe ya duyemîn pêk anîn. Di roja duyemîn ya konferansê de dayikên şehîdan beşdarî konferansê bûn.