Jinên Sûriyeyî wê ji bo çareseriyeke hevpar li hev bicivin

Berdevka Kongreya Star Evîn Siwêd der barê Kongreya Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî ku wê 14'ê Hezîranê pêk were û diyar kir, "Em dixwazin bi cihêrengiya xwe di çareseriya hevpar de bibin yek."

Berdevka Kongreya Star Evîn Siwêd der barê amadekariyên kongreyê de bersiv da pirsên me. Siwêd diyar kir, wan bi partiyên siyasî, meclîsên li herêmên rizgarkirî, jinên Keldanî, Ermenî, Tirkmen, Asûrî, Çeçen, Suryanî, Kurd û Ereb re nîqaş kirine û bi bîr xist, di nava şerê 7 salan de yê li Sûriyeyê herî zêde tundî li jinan hatiye kirin.

Siwêd diyar kir li Sûriyeyê 7 sal in şer heye, bi taybetî jin bûn hedefa tundiyê, hatin koçberkirin, êşên herî giran jinan, dayikan kişandin û got, "Tevî vê yekê nîvê kar ji aliyê jinan ve hate meşandin. Rastiyeke bi vî rengî nîşan dide ku jin hêza pêşeng e. Ji bo parastina destketiyên heyî pêwîstî bi yekîtiya hevpar heye. Di vê çarçoveyê de nîqaşên me yên bi jinên herêmê re didomin."

Berdevka Kongreya Star anî ziman ku wan civîna xwe ya destpêkê ya hevpar 13'ê Adarê pêk anî bûn û got, "Yek ji saziyên jinan ên tevlî vê civînê bû Kongreya Star bû. Me xwest ku ev proje tenê projeya Kongreya Star nebe û her kes xwe di nava vê projeyê de berpirsyar bibîne. Lewma Kongreya Star di asta pêşengiyê de tevlî civînê bû, dîwan hate avakirin û nîqaş hatin kirin. Di civîna destpêkê de nav li vê civatê hate kirin û navê Meclîsa Jinê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hate destnîşankirin. Komîteyeke amadekar a ji 9 kesan hate avakirin. Kongreya Star jî tevlî komîteyê bûye."

Berdevka Kongreya Star anî ziman, di civîna destpêkê de rêzikname, amadekarî hatin nîqaşkirin, bi saziyên ku berê nîqaş bi wan re nehatibû kirin nîqaş hate kirin, pêşniyarên wan hatin wergirtin û got, "Jinên ku di nava civakê de xwedî rol in hatin tespîtkirin, nîqaş di vê çarçoveyê de hatin kirin. Mijara esasî ew bû ku ti kes li derveyî vî sîwanî nemîne. Piştî sê civînan me dest bi amadekariya kongreyê kirin. Kongre kongreya ragihandina meclîsê ye.

Kotaya beşdaran wê li gorî meclîs, sazî û partiyan pêk were. Mafê delegeyan heye ku ji bo koordînasyonê bên hilbijartin. Koordînasyon wê ji 17 kesan pêk were. Koordînasyon wê piştî kongreyê meclîsê bicivîne û der barê rewşa jinên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, cihê jinan ê di nava civakê de û komîteya hiqûqê ya bê avakirin wê nîqaşê bike. Meclîs wê karê xwe bê navber bike, li gorî daxwazên jinên li nava partî û saziyan tevbigere û van daxwazan pêşkêşî meclîsê bike.

Jinên ji partiyên siyasî û saziyên li herêmê, der barê paşeroja Sûriyeyê de xeyalên me yên cihêreng hene, meclîs wê bibe senteza cihêrengiya me. Em ê hemû tevlî bibin û di vê çarçoveyê de bixebitin. Hêviya me wiha ye; şoreşa ku li Rojava pêk hat ji aliyê her kesî ve weke şoreşa jinê tê naskirin. Beriya niha barê vê yekê li ser milê hin hêzan bû, lê belê ji niha û pê ve divê êdî her kes bi hev re bixebite û vî barî hildin ser milê xwe. Em ê bi vê armancê bixebitin.

Di şerê dijî terorê de windahiyên me zêde bû, lê destketiyên me jî zêde ne. Ji bo parastin û mayindekirina destketiyan divê jin hemû xwe berpirsyar bibînin. Em gihîştin wê nêrînê ku vê yekê jî di nava meclîseke wiha de dikarin pêk bînin. Destpêkê wê kongreya ragihandina meclîsa Kantona Cizîrê pêk were. Bi encama ji vê derkeve holê re wê karên koordînasyonê bên kirin."