Leşkerên Tirk li Serêkaniyê agir berdan zeviyan

leşkerên Tirk li Serêkaniyê agir berdan zeviyan, li Tirbespiyê ji ber sedemeke nayê zanîn agirek mezin derket.

Leşkerên Tirk ên dagirker ên li sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê bi cih bûne, agir berdan zeviyên li ser sînor. Di encama şewatê de zeviyên gudnên Keşto yê girêdayî Serêkaniyê şewitîn bûn xwelî.

Welatiyên herêmê û tîmên vemirandina agir, her çendî agir vemirandibe jî 25 donum zeviyên dexlûdan bûn xwelî.

LI TREBESTPIYÊ ŞEWATEKE MEZIN

Îro agir bi zeviyên gundên başûrê navçeya Tirbespiyê ya herêma Cizîrê ket û piştre şewat derbasî bakur û rojhilatê navçeyê bû. Welatî û tîmên agirvemirînê berê xwe da cihê bûyerê û hewldanên ji bo vemirandina agir dewam dikin. Heta niha bi sedan hektar erd şewitiye û gelek zirarên madî gihîştin herêmê. Agirê li zeviyan hê jî didome.