Ji bo Idlibê bazara pergala S-400 di rojevê de ye

Li Idlibê piştî dewriyeya Tirkiyeyê ya 6’ê Hezîranê, komên çete bi çekên nû û endamên DAÎŞ’ê li hemberî rejîm û Rûsyayê eniyeke nû vekirin. Rejîm û Rûsya jî Morek a di bin serweriya Tirkiyeyê de ku êrîş ji wir hatî destpêkirin dorpêç dike.

Operasyona ku Rûsya û rejîma Sûriyeyê dawiya meha Nîsanê ji bejahî û hewayî ve li Idlibê dayî desdtpêkêkirin didome. Dewleta Tirk a ku destpêkê li hemberî operasyonê bêdeng mayî, piştî bertekên NATO û DYE’yê yên li hemberî operasyonê, rasterast piştgirî da komên çekdar ên li herêmê .

Hêzên Rûsyayê û yên rejîma Sûriyeyê, di dorhêla operasyona ku li ser bakurê Hemayê re dayî destpêkirin, heta niha ji 20’î zêdetir jîngehên li herêma Deşta El-Gab xistine bin kontrola xwe.

PIŞTÎ DEWRIYEYA DEWLETA TIRK ÊRÎŞ PÊK HATIN

Piştî bajaroka Kefer Nebûda çend caran dest guhert û herî dawî kete destê hêzên rejîma Sûriye û Rûsyayê, ji ber cejna remezanê şer hinekî sist bû. Lê belê piştî ku dewleta Tirk, 6’ê Hezîranê li herêmê dewriye gerand, komên El Kaîde (Heyet Tehrîr El-Şam) û komên din ji Morek a di bin serweriya Tirkan de êrîşî bajaroka Kefer Nebuda kirin û hejmareke zêde ya leşkerên rejîma Sûriye û Rûsyayê kuştin.

ÇETEYAN ENIYEKE NÛ VEKIRIN

Komên girêdayî El Kaîde û Tirkiyeyê ku ji aliyê bakur-rojhilatê Hemayê eniyeke nû vekirî, bi çekên giran û wesayîtên bombe barkirî, ji Morekê ber bi deverên weke Cubeyn, Til Milih, Celebê, Kefer Zeyta, Latminah û deverên din ên herêmê êrîşên berfireh pêk anîn. Li gorî daxuyaniya Navenda Lihevanaîna Aliyan a Rûsyayê, ji 500’î zêdetir çete tevlî êrîşê bûne û êrîş, ji gelek aliyan ve çêbûye.

GELEK LEŞKERÊN REJÎMA SÛRIYÊ MIRIN

Hate ragihandin ku di van êrîşên El Kaîdê de zêdetirî 90 leşkerên rejîmê û hinek endamên Wagner mirine. Her wiha 4 gundên li herêmê jî ketine destê çeteyan. Lê belê piştî bomberdûmana hewayî ya rejîm û Rûsyayê, beşeke mezin a Celebê û gundên din ji çeteyan hatiye girtin. Li xeta Til Milih, Cibîn, Niqêr, Ernebiyê û Kefer Zeyta jî şer didome.

BIRÎNDARAN DIBIN HATAYÊ

Hata ragihandin ku di vî şerî de 120 çete jî mirine û gelek çete birîndar bûne. Çeteyên birîndar, ji bo rakin nexweşxaneyê birine Hatayê û li wir tên tedawîkirin. Her wiha tê gotin ku di nav van kesên di şer de birîndar bûyî û paşê birîn Hatayê û li wir mirî, kalevanê neteweyî yê Sûriyeyê yê berê ku yek ji fermandarê Ceyş-ul Izze Ebdulbasit El-Sarut jî heye.

ÇEK Û ÇETEYÊN NÛ

Di êrîşa çeteyên El Kaîde û Tirkiyeyê de mijara balkêş yek jî ew e ku çekên nû tên bikaranîn. Di encama êrîşên bi van çekan pêk anîn de du balefirên Rûsyayê yên modela SU22 û SU25 hatine derbkirin. Di şer de hatiye çavdêrîkirin ku gelek fuzeyên ji ser mil tên avêtin û çekên din ên giran tên bikaranîn. Ev jî nîşan dide ku komên çete alîkariyeke mezin a çekên giran digirin. Li aliyê din ev komên çete, di demên dawî de serê leşkerên ku tên kuştin jê dikin û li ser bandaja milê wan ve ala DAÎŞ’ê heye.

DIBE KU MOREK BIKEVE DORPÊÇA REJÎMÊ

Rejîmê ragihand ku wê piştî Cejna Remezanê, yekîneyên taybet bişînin herêmê û li herêma Helebê jî eniyeke nû ya li dijî çeteyan vekin. Lê belê heta niha rejîmê di vê mijarê de gavek neavêtiye. Lê belê piştî ku êrîş hatin bêbandorkirin û herêm bi giştî kete destê rejîm û Rûsyayê, tê payîn ku Devera Venêrînê ya dewleta Tirk a li Morekê bikeve dopêça rejîm û Rûsyayê.

JI BER S-400’AN NEZELALÎ HEYE

Li gorî çavdêrên siyasî, di vê rewşê bi teqezbûna biryara dewleta Tirk a standina pergala Fuzeyan a S-400 wê bandor li ser pêşeroja herêmê bike. Heke Tirkiye fişarên DYE-NATO’ê nede ber çav û pergala S-400 nestîne, wê bi Rûsyayê re bikeve nav pêvajoyeke tengezar. Niha di rewşa heyî de senaryoya herî guncav a ku pêk bê ev dixuyê û Tirkiye niha wî hesabî dike ka wê çawa bikaribe bi xisareke hindik ji hêrsa Rûsyayê xwe xilas bike.

VEBIJARKA DUYEMÎN: BAZARIYA IDLIB-TIL RIFAT

Berevajiyê vê rewşê, heke Tirkiye pergala S-400 bistîne, vê carê wê DYE-NATO piştgiriya xwe ya ji bo Idilê dayî Tirkiyeyê vekişe û Tirkiye li gorî lihevkirina Astanayê wê stû li ber Rûsyayê bitewîne. Tê gotin ku di vê rewşê de jî wê Tirkiye bazariya ku Idlibê bifroşe li hemberî vê, di serî de Til Rifat wê ji bo dagirkirina herêma Şehbayê bi Rûsyayê re bikeve nav bazariyan.