Şêniyên Qamişloyê li dijî dagirkeriyê daketin qadan

Li bajarê Qamişlo yê Federasyona Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê û lêkirina dîwarê dagirkeriyê li Efrînê meşeke girseyî pêk hat.

Şêniyên Qamişloyê bi pêşengiya Meclîsên Gel ên Qamişloyê û Kongreya-Star, saet 10'an li meydana Osman Sebrî li hev civiyan.

Girseya gel êrîşên dewleta Tirk ên li herêmên gerîla û dagirkeriya li Efrînê, lêkirina dîwarê dagirkeriyê şermezar kir.

Girseya gel bi dirûşma "Bi ruhê berxwedana Şeladizê em ê dawî li dagirkeriya Tirk bînin, em ê Efrînê û Bradostê azad bikin" ber bi meydana Şehîd Rûbar Qamişlo ve meşiya.

Di meşê de dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Bijî berxwedana Îmraliyê", "Bijî berxwedana gerîla" hatin qîrîn.

Li meydana Şehîd Rûbar Qamişlo ji berdevkên Kongreya-Star Şemsîhan Gulo axivî û got, "Em ê ti carî serê xwe li ber wan kesên destê xwe dirêjî destketiyên me dikin netewînin. Em ê li dijî her kesên zerarê bidin şoreşa me, gelê me, paşeroja me û gerîlayên me, em ê weke gel li hemberî wan bisekinin."

Çalakî bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.