HRE’yê li Efrîn û Ezazê çalakî li dar xist

Hêzên Rizgariya Efrînê li Efrîn û Ezazê rêzeçalakî li dar xistin. HRE’yê diyar kir ku di çalakiyan de leşkerekî Tirk û serçeteyek hatine kuştin.

HRE’yê daxuyaniyeke nivîskî weşand û derbarên çalakiyên hêzên wan ên li Efrîn û Ezazê agahî da.

HRE’yê di daxuyaniya xwe de ev tişt diyar kir:

“Di 8‘ê Pûşperê de, hêzên me bi çalakiyekî sekvanî serçeteyê koma çete Polîsên Leşkerî yê bi navê Mehmûd Camûs li ser rêka Efrînê kir hedef, di encamê de ew serçete hat kuştin.

Di 8‘ê Pûşperê de, hêzên me bi çekên giran li navendeke leşkerî ya artêşa dagirker a Tirk li gundê Kilcibrîn yê girêdayî herêma Ezazê da. Di encamê de leşkerekî Tirk û 3 endamên koma çeteyên Lîwa 55, birîndar bûn.

Di 8‘ê Pûşperê de yekîneyek me çalakiyeke sabotajê li hember seyareyek leşkerî ya girêdayî çeteyên Tabûra Muntesir Billah li herêma Senayê ya li navenda bajarê Efrînê li dar xist. Di encamê de seyare derb xwar, lê derbarê kuştî û birîndarên çeteyan agahiyên zelal bi dest neketin."