Şehîdê YPG‘ê Fesîh spartin axê

Li Hesekê şervanê YPG‘ê Fesîh Beşar Osman (Koçer Hesekê) li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê bi merasîmekê spartin axê.

Welatiyên bajarê Hesekê û gundewarê wê cenazeyê şehîdê YPG`ê Fesîh Beşar Osman bi nasnav Koçer Hesekê yê ji ber avahiya Meclîsa Malbatên şehîdan wergirt û bi kerwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiye ve ketin rê.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ji hêla şervanên YPG û YPJ`ê ve destpê kir. Piştre axaftin bi navên Meclîsa Malbatên şehîdan a Kantona Hesekê Rewîa Hisên û YPG`ê Şiyar Delîl hatin kirin. Axaftvanan sersaxî ji malbata şehîd re xwest û tekez kirin ku bi saya berxwedan û fedekariyên şehîdan herêm ewle bû. Axaftvanan soza berdewamkirina têkoşîn û parastina destkeftiyên şehîdan dan.

Di merasîmê de Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê nasnameya şehîdê QSD‘ê Munîr Fayiz Umer bi nasnav Ebû Ereb eşkere kir. Ebû Ereb li herêma Dêra Zorê dema li ser erka xwe bû şehîd bûye..

Piştre endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed nasnameya şehadetê xwendin û radestî malbatê kirin.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd Fesîh Osman bi dirûşman spartin axê.