HRE: Li Efrîn û Ezazê 7 leşker û çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE), ragihand ku li Efrîn û Ezazê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên giradayî wê çalakî pêk anîne û di van çalakiyan de 7 dagirker hatine kuştin.

HRE’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li Efrîn û derdorê wê, hêzên wan li dijî atêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê çalakî pêk anîne û wê ev çalakiyên wan bê navber bidomin.

Daxuyanî wihya ye:

“-8’ê Hezîranê li gundê Ebla yê giradayî Ezazê li dijî koma çete ya Ehrar el-Şam, hêzên me çalakiyek pêk aniye. Di vê çalakiyê de çeteyê bi navê Mihemmed el-Xetîb hatiye kuştin û sê çete jî birîndar bûne.

-9’ê Hezîranê li Gundê Meryemîn ê li navçeya Şera ya Efrînê hêzên me li dijî baregeha artêşa Tirk a dagirker, çalakiyek pêk aniye. Di vê çalakiyê de 2 leşkerên Tirk mirine û 5 jî birîndar bûne.

-9’ê Hezîranê li Gundê Vêlat El Qadî yê girêdayî navçeya Şerayê li dijî koma çete ya bi navê Cebha el-Şamiye, hêzên me çalakiyek pêk aniye û di vê çalakiyê de 4 çete hatine kuştin, 3 jî birîndar bûne.

-9’ê Hezrîanê li Gundê Meryemîn ê girêdayî navçeya Şerayê, hêzên me li dijî wesayîteke sotemeniyê ya dagirkeran çalakî pêk aniye û di vê çalakiyê de wesayît bi giştî şewitiye, lê belê kuştî û birîndarên dijmin nehatine zelalkirin.

-Di encama çalakiyan de bi giştî herî kêm 7 leşkerên Tirk ên dagirker û çeteyên girêdayî wan hatine kuştin, 10 jî birîndar bûne.”