Şewata li Dirbêsiyê û Til Hemîsê didomin

Şewata li zeviyên gundên girêdayî navçeya Dirbêsiyê û Til Hemîsê derketibûn hê jî didome.

Li zeviyên gundên Sinceq, Hemîdiyê, Firêhiyê, Şûr, Çolbistan û Xirbe Îda yên navçeya Dirbêsiyê ya Hesekê derketin. Xebatên vemirandina tîmên agirvemirîn û welatiyên gundiyan dewam dike.

Şewata li gundê Til Lehem û Barûda yên girêdayî navçeya Til Hemîs a Qamişloyê jî derketibû, ber bi herêmên bakur û rojhilat ve diçe. Şewat belavî gundên Idrîsî, Fexara, Xiwêtila Doşo, Barda, Til Lehem, Ferhaniya, Sikeriyê, Rişîdiyê, El-Ezo, Hilwa, Benî Sebai, Til Eza, Hilwaya Mezin û Xirab Nehar bûn.

Ji bo şewata li herêmê bê vemirandin tîmên vemirandinê agir xebatekî pir mezin didin.