ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Cenazeyê endamên Hêzên Ewlehiya Navxweyî El-Casim hate veşartin
Welatiyên herêma Tebqayê cenazeyê endamê Hêzên Ewlehiya Navxweyî Salih E-Casim (Salih Tebqa) bi merasîmekê li goristana şehîdan veşartin. -
Li Efrînê çeteyên Tirk bihev ketin
Di şerê di navbera çeteyên Ehrar El Şerqiya û Ehrar El Şam a li navçeya Cindirêsê ya Efrînê de sivîlekî Efrînê hate kuştin û 3 sivîl jî birîndar bûn. -
Çeteyên Enqerê li Efrînê sivîlek qetil kir
Li navçeya Cindirêsê ya Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye dagirkirin, çete bi hev ketin. Welatiyê Kurd Silêman Tobal li ber derê dikana xwe, bû hedefa guelyan û hate qetilkirin. -
HRE: Li Şera û Babê 5 çete hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di çalakiya hêzên wan de, 27’ê Gulanê li Şera û Babê de 5 çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin. -
YPG'ê nasnameya 18 şehîdên 2014'an aşkere kir
YPG'ê bi daxuyaniyeke niviskî nasnameeya 18 şehîdên şervanên YPG'ê ku 2014'an li Serêniyê şehîd bûbûn aşkere kir. -
YPJ: Me li ser şopa Silava û Bêrîvan nirxên dîrokî afirandin
YPJ’ê bi boneya salvegera şehadeta her du şehîdên destpêkê yên YPJ’ê Silava û Bêrîvan daxuyaniyek weşand û destnîşan kir ku heta ewlehiya jiyana jinan mayînde bikin wê têkoşîna xwe berdewam bikin. -
Şehîdê QSD‘ê Feysel li Girê Spî spartin axê
Cenazeyê şervanê QSD‘ê Feysel Ewad (Salih Ewad) ê ku li navçeya Eyn Îsayê dema li ser erka xwe bû şehîd bibû bi merasîmekê li Girê Spî spartin axê. -
Çeteyên Tirk li Efrînê sivîlek qetil kir
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê Mihemed Îbrahîm ê 50 salî ku 6 zarokên wî hebûn bi êşkenceyê qetil kir. -
Peyva 'Efrînê' li ser zimanê zarokên şehîdan ên Efrînê kêm nabe
Komîteya piştgiriya psîkolojîk bi alîkariya malbatên şehîdan a herêma Efrînê, ji bo rûyê zarokan bikenîne şahiyek pêk anî. -
‘Ji bo azadiya Ocalan wê çalakiyên me bidomin’
Çalakgerên greva birçîbûnê ya li herêma Cizîrê diyar kirin ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe, wê çalakiyên xwe bidomînin. -
Li Qamişlo greva birçîbûnê bi dawî bû
Çalakgerên greva birçîbûnê yên li Kantona Cizîrê piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya xwe bi dawî kirin. -
Kongra Star: Têkoşîna me gihîşte armanca xwe
Konga Star a herêma Efrînê ji bo xwedîderketina li grevê birçîbûnê kon vedabûn, bi daxuyaniyekê ragihand ku têkoşîna wan gihiştiye armanca xwe û çalakî bi dawî kirin. -
Dewleta Tirk gora Şêx Berakat a 500 salî hilweşand
Dewleta Tirk a ku Rojava dagir kiriye, dîroka Kurdan jî tine dike. -
Dagirker li Efrînê zeviyên Efrîniyan dişewitînin
Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê zeviyên çandiniyê yên Efrîniyan dişewitînin. -
QSD’ê Mutesim ê ji pêkhateya Durzî radestî malbata wî kir
Mutesim ê ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve zêdeyî 4 salan e hatibû revandin ji aliyê QSD’ê ve hate rizgarkirin û radestî malbata wî hate kirin. -
Çalakiya Kongra Star a li Şehbayê bi dawî bû
Kongra Star, 16'ê Gulanê ji bo xwedîderketina li greva birçîbûnê û rojiya mirinê konê vedabû û îro çalakî bi dawî bû. -
Şehîd Xelîl bi merasîmekê li Minbicê spartin axê
Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Mibicê Xelîl El Tofan ê rojên borî ji ber rawestîna dil şehîd bibû, li Şehîdgeha Şehîdan a Minbicê bi merasîmekê spartin axê. -
Koçberên li Kampa Holê vedigerin warên xwe
Koçberên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li Kampa Holê diman wê roja Şemiyê û şûnde vegerin cih û warên xwe. -
Li Îdlîbê şer gurtir dibe
Li bakurê rojavayê Sûriyeyê li dijî komên çeteyan ên girêdayî El Nûsrayê yên ku Enqere piştgiriya wan dike, operasyonên hewayî tên kirin. Li bejahiyê jî şer didome. -
Li bajarên berxwedanê nifşên nû radibin
Li Kobanê ya ku ji çar parçeyên Kurdistanê ciwan hatibûn û têdikoşiyan, niha jî ji her çar parçeyan hîndekar li Zanîngeha Kobanê nifşê nû perwerde dikin. -
YPG: Hevrêyê me Şoreş Heleb ji ber qezayê şehîd bû
YPG'ê ragihand, şervanê wan ê bi navê Şoreş Heleb li Helebê ji ber qezayê jiyana xwe ji dest daye. -
Li Til Temir motorbisikleta bi bombe hate teqandin
Li komuneke navçeya Til Temir a Hesekê, motorbisikletek hate teqandin a ku bombe lê hatibû pêçandin. Di teqînê de tiştek bi kesî nehat. -
Dayikên şehîdan ên Efrînê: Em ê bi hev re tecrîdê hilweşînin
Dayikên şehîdan ên Efrînê xwedî li berxwedana li dijî tecrîdê derketin û ji dayikên berxwedêran re gotin, "Em ê bi hev re tecrîdê hilweşînin." -
Tora qirêj a MÎT'ê ya li dijî QSD'ê
Şahab Ahmet Abdullatîf ê ji aliyê QSD'ê ve hate girtin, qala tora qirêj a Emniye tû MÎT'ê, her wiha amadekariya êrîşên li dijî QSD'ê û derbasbûna DAÎŞ'iyan ber bi Tirkiyeyê ve kir. -
Cenazeyê Xelîl ê dewleta Tirk û çeteyên wê revandibû hate dîtin
Cenazeyê Reşîd Hemîd Xelîl ê li Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatibû revandin, li ser rêya gundê Qestel Cindî yê hate dîtin.