Gelê Qamişloyê li dijî dagirkeran bi hêrs e

Gelê Qamişloyê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê û hewldanên ji bo mayindekirina dagirkeriya li Efrînê bi hêrs e.

Dagirkeriya dewleta Tirk li Qamişloyê hate şermezarkirin. Gelê tevlî meşa protestoyî bû hem hêrsa xwe ya li dijî dagirkeriya Tirk nîşan da, hem jî nerazîbûn nîşanî wan hêzan da ku li pêşberî êrîşan bêdeng in.

Ji beşdarên çalakiyê endama Kongreya Star a Qamişloyê û dayika gerîla Galya Necar ji ANF'ê re axivî û diyar kir, Serokkomarê Tirk Erdogan ji ber ku nikare li dijî Rojavayê Kurdistanê dest bi êrîşeke nû bike dest bi êrîşa li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê kiriye. Necar got, "Dixwazim bang li gelê me yê Başûrê Kurdistanê û tevahiya Kurdistanê dikim ku van êrîşan qebûl neke û li ber xwe bide."

Ji endamên Meclîsa Herêma Rojava Abdulselam Abdo nerazîbûn nîşanî Hikumeta Federe û partiyên siyasî da ku li pêşberî êrîşan bêdeng in û got, "Yên bêdeng dimînin hevparê vê êrîşê ne. Em zanin ku wê ji van êrîşan encamekê bi dest nexin. Bila zanibin, gelê me yê li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat li ser piyan e. Îradeya gel wê van êrîşan têk bibe. Sekna gel û gerîla ji teknîka wan xurtir e."

Dayika şehîdan û endama Kongreya Star Şemsîhan Gulo jî got, "Li Efrînê berxwedan didome û wê bidome. Erdogan ji ber ku zane ku têk çûye êrîşî her deverê dike. Hêviya me ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê wê ti carî bi dawî nebe. Li dijî faşîzmê em ê li ber xwe bidin. Hikumeta Kurdistanê ya Federe ji bo berjewendiyên xwe bêdeng dimîne. Ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî û eşîrî qebûl dike ku xençerek li nava wan bikeve. Em ê li dijî vê rawestin û amade ne bi her awayî fedakariyan bikin."