‘Divê mirov şoreşa konfederalîzma demokratîk zêdetir nas bike’

Hîndekara Zanîngeha Londraya Rojhilat Dr. Camîlla Power çû serdana zanîngeh û akademiyên li Rojava û diyar kir ku divê cihên cuda yê cîhanê jî şoreşa konfederalîzma demokratîk nas bikin.

Hîndekara Zanîngeha Londraya Rojhilat Dr. Camîlla Power a ku ji bo hevgirtina zanîngeh û akademiyên li Rojava û ji bo lêkolîna li ser modelên perwerdehiyê yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava, hatibû rojava diyar kir ku li hêrêm enerjî û hêviyeke mezin heye.

Gelek hîndekar, akademîsyen û lêkolînerên ji DYE û welatên Ewropayê hatin Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û çûn serdana zanîngehên Rojava û Kobanê. Antropolog Camîlla Power diyar dike ku wê 5 sal berê li Kolnê di semînereke jineolojiyê de de modela xweser a demokratîk a Rojava nas kiriye.

Power derbarê hatina xwe jî got ku “Piştî hevdîtinên me yên li Ewropayê me komek akademîsyenan biryar dan ku em werin Rojava û li ser pergala perwerdehiyê ya li vê derê tevî saziyên perwerdehiyê nîqaşekê bikin. Power diyar kir ku wan bi zanîngeh, akademî, akademîsyen û xwendekarên li Rojava hevdîtinên gelekî baş kirine.

Power got ku “Beriya her tiştî ez li vê derê enerjî û hêviyeke mezin dibînim. Ji bo danasîn û xweavakirinê ez heyecan û hêviyeke mezin dibînim.Kêşe jî hene lê ji bo ku ev kêşe werin çareserkirin divê em piştgiriyê bidin.”

TÊKOŞÎNA JI BO HEMÛ CÎHANÊ

Power diyar kir ku pergala nû bi têkoşîneke mezin tê avakirin û got ku “Em li Kobanê ne, ya ku DAÎŞ’ê li vê derê derbeke giran xwaribû. Me dît ku bi berdêlên mezin hin destkeftî tên bidestxistin. Ji aliyekî ve hemû cîhan dixwaze tecrubeya konfederalîzma demokratîk nebîne û ji aliyê din jî ji bo hemû cîhanê li dijî DAÎŞ’ê têkoşînek hatiye kirin.”

‘TÊKOŞÎNA JINAN EZ ANÎM VÊ DERÊ’

Power bal kişand ser vî tiştî ku têkoşîna azadiyê ya jinan û xebatên jîneolojiyê ew anîne vê derê û got ku “Li vê derê têkoşîna bi pêşengiya jinên ciwan gelekî balê dikşîne. Tişta ku vê şoreşê ji şoreşên di cihê dike jî vê pêşengiya jinan e. Li gorî min ev ji bo hemû cîhanê hêviyeke mezin e. Em çûn serdana zanîngeha Kobanê, beriya wê jî em çûn zanîngeha Rojava. Beşeke zêde ya xwendekaran jinên ciwan e. Niha divê her kes vî tiştî bifikire. Heke DAÎŞ têk neçûya wê çi bihata serê van mirovan?”

‘PEYWIREKE MEZIN DIKEVE SERÊ MILÊ ME’

Power balê dibe ser vî tiştî ku divê cihên cuda yên cîhanê jî şoreşa konfederalîzma demokratîk nas bike û diyar dike ku peywireke mezin dikeve ser milê akademîsyenan. Power got ku “Li vê derê berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê me. Ez hêvîdar im wê ev bibe destpêkek. Gelek war hene ku divê mirov piştgiriyê bidiyê.Ji bo vê jî derfet û proje dikarin werin amadekirin. Divê em nîqaş bikin ^y hev fêm bikin. Divê em pêdiviyên vê derê fêm bikin.”

'GOTINA KU DIVÊ WERE KIRIN DIVÊ WERE KIRIN ÊDÎ'

Power got ji deverên cuda yên cîhanê divê mirov êdî vê şoreşê nas bikin û domand, ''Li cîhanê ciwan li tiştekî nû digerin. Li ser mijarên ekolojî, azadî, jiyana nû û hwd. lêgerîneke wan heye. Heke modela li vir mirov bikaribe hinekî nîşanî wan bide û bi wan bide naskirin, wê were dîtin ku çareseriya gelek pirsgirekan di vê modelê de ye. Ev hêzeke mezin e. Em jî dema ku em vegeriyan, weke gava pêşî, em ê materyal û dîtbariyan hazir bikin. Gotina ku divê were kirin êdî divê were kirin û divê mirov vê şoreşê nas bikin.''

''CIVAK Û AKADEMÎ DI NAV HEV DE NE'

Power got li Rojava civak û akademî, nemaze weke li welatên rojava ji hev qut nebûne, di nav hev de ne û got, ''Ez vê bibêjim, modela vir a perwerde, ji modela ku serwerî rojaa ye û akademiyê di nav kûleyan de bi cih dikin pir cuda ye. Li vir akademî û civak di nav hev de ne û bi hev re tevdigerin. Ev jî ji bo civakîbûna perwerdehiyê pir baş e.''