'Rêber Apo nîşaneya welatparêziyê ye'

Elî Omar ê ji Qamişloyê ku salên 1990'î serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir got, "Piştî ku min serok dît, hîn bêhtir bi partiyê ve hatim girêdan. Rêber Apo nîşaneya welatparêziyê ye."

Li Rojavayê Kurdistanê hevpeyvînên me yên bi kesên ku serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirine didomin. Vê carê me serdana Elî Omar kir. Elî Omar ji bajarê Qamişloyê ye, bavê şehîdekî ye ku sala 1995'an serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. Niha jî endamekî saziya malbatên şehîdan a Qamişloyê ye.

Elî Omar anî ziman, kurê wî Diyar Qamişlo sala 2000'î li Kanî Cengê şehîd bû û diyar kir, piştî ku Ocalan nas kir wateya welatparêzî û fedayîtiyê hîn bû. Elî Omar ji ANF'ê re qala bîranînên xwe kir. Omer anî ziman, dema ku çû Şamê gelî xweş hatin pêşwazîkirin û got, "Heta ku Rêber Apo bibînim ti kelecan bi min re nebû, dema ku min ew dît rewş berevajî bû. Silavdana wî bi xwe gelekî germ bû. Ji me re timî digotin ku Rêber Apo mirovekî gelekî zane ye. Ez wê demê di nava ciwanên Partiya Sosyalîst de bûm. Di axaftina wî de min dît ku wî senteza sosyalîzm û Kurdîtiyê kir û min got, 'Ya ku dixwazim jî ev e'.

Sosyalîstan wê demê qet qala Kurdan nedikirin. Ji ber vê yekê vê şoreşê û tevgerê gelekî bala min kişand. Em di nava rêxistinbûna gel de bûn. Serok der barê welatparêzî û şoreşa me de axaftineke berfireh kir. Axivî ku divê hevalên şoreşger çawa bin, divê li çiyê çawa bijîn, têkiliyên xwe bi gel re çawa bin, divê têkiliyên nava civakê bi xwe çawa bin."

Omer diyar kir ku heta niha ew di nava kar de ye û sedema vê yekê jî bandora sohbeta Ocalan a li wî ye. Omer got, "Gelek welatparêzên me tevî ku Serok Apo nedîtine di vê rêyê de dimeşin. Piştî ku min Rêber Apo dît hîn bêhtir pê ve hatim girêdan. Me piştre dît ku Serok ji bo me Kurdan çiqasî girîng e. Dema ku Serok êsîr kete destê dewleta Tirk û dewleta Tirk serokê gelê Kurd xiste zindanê, me dît ku hesabê wan tinekirina gelê Kurd e. Ji ber ku dijmin girîngiya kesayetiya wî nas kir. Ji wan hebû ku bi êsîrgirtina Serok Apo re wan gelê Kurd têk birine. Lê belê haya wan ji girêdana gelê Kurd a bi wî re tine bû.

Piştî ku Rêber Apo êsîr hate wergirtin girêdana xwe winda nekirin. Rêber Apo welatparêzî di mejiyê me de neqişand. Divê bê gotin; em bi saya Rêber Apo bûn welatparêz, me doza xwe fêhm kir, bi saya Rêber Apo bûm xwedî rûmeta bavê şehîdekî. Rêber Apo gotibû; şehîdên me sembola welatparêzî û azadiyê ne û em ê li ser rêya wan bin. Rêber Apo nîşane û nûnerê welatparêziyê ye. Em ê bi Rêber Apo re siberojeke azad bibînin."