Li Efrînê teqîn: Çeteyek mir, du çete jî birîndar bûn
Li Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, di encama teqînekê de çeteyek mir, du jî birîndar bûn.
Li Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, di encama teqînekê de çeteyek mir, du jî birîndar bûn.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, teqîn li kolana Vêlat pêk hat.
Di encama teqînê de çeteyekî dewleta Tirk a dagirker mir, du çete jî birîndar bûn.
Hate ragihandin, teqîn ji ber mayina li wesayiteke çeteyan hatibû bicihkirin rû daye.