Dagirkeriya dewleta Tirk li Til Koçerê hat protestokirin

Bi armanca protestokirina êrîşên dewleta Tirk ên dagirkirina Başûrê Kurdistan û Bakurê Suriyeyê, li Til Koçerê meşek hat lidarxistin.

Li dijî dagirkeriya Tirk a li Başûrê Kurdistan û Bakurê-Rojhilatê Sûriyeyê, bi sedan welatî li navçeya Til Koçer a girêdayî Kantona Qamişlo  daketin qadan.

Çalakgeran, êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û di serî de Efrîn, dagirkeriya li dijî Bakur-rojhilatê Sûriyeyê protestokirin.

Çalakgeran pankartên li ser, ‘Em têkoşînê bilind bikin’ û ‘Ji dagirkeriya Tirk re na!’ hatî nivîsîn hildan û meşiyan. Di meşê de bê navber dirûşmeyên şermezarkirina dagirkeriyê hatin berzkirin.

Meş, li navenda navçeyê veguherî mîtîngê û li ser navê Kongreya Star Fereh Remedan axivî û diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk, nîşan dane ku dewleteke terorê ye.

Remedan, diyar kir ku ev êrîş hê jî li dijî Başûrê Kurdistan û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê didomin.

Remedan, bang li gelan kir ku li dijî êrîşkerî û dagirkeriya Tirk bibin yek. Mîtîng bi dirûşmeya, ‘Bijî Berxwedan’ bi dawî bû.