Agir bi zeviyên li rojavayê Girê Spî ketin

Agir li zeviyên gundên dikevin rojavayê Girê Spî ketin.

Şewata li gundên Qertel, Bebir Ereb û Korbelek ên dikevin bejahiya rojavayê Girê Spî, gihişte gundê El-Hiriyeyê.

Tevî mudaxeleya tîmên agirvemirînê û welatiyên herêmê şewat hê nehatiye vemirandin, ji ber bayê ber bi gundê rojhilat ve belav dibe.