Li Tirbespiyê zeviyên gel bûn xwelî

Li 29 gundên Tirbespiyê ji ber şewatê 100 hezar donim zevî bûn xwelî.

Şewata li Tirbespiyê ji aliyê şervanên YPG, YPJ û gel hate tefandin. Di şewatê de nêzî 100 hezar donim zevî bûn xwelî.

Beriya ku şewat bigihêje îstasyona petrolê, hate tefandin.

Li 29 gundan agir bi zeviyan ket û li 18 gundan zevî hemû bûn xwelî.

Zeviyên gundên El Reş, Gundik Sîd, Kirdahol, Kirşêran, Xeznê, Hasûdê, Sewqiyê, Hemarê, Tayê, Xirbêt El-Bîr, Sehil, Qesrûk Mihemed Ziyab, Tenûriyê, Beyazê, Sîhêya Mezin, Sîhêya Biçûk, Lîlan, Mihetê El-Qîtar, Xerdokê, Bişêriyê, Kerê Berî, Kerdîm, Mizgeft, Xezîmok, Nebûyê, Derîcîk, Meşûq, Gel Hesenak, Kerbkîl, Dîroka Qelinka hemû bûn xwelî.

Hêzên Ewlekariya Navxweyî û yekîneyên ewlekariyê derbarê şewatan lêpirsîn dan destpêkirin.

Gel diyar dike ku ji bo li herêmê xisareke ekonomîk û tevlihevî pêk were, ev zevî tên şewitandin. Li gelek gundên herêmê artêşa Tirk û çeteyên DAÎŞ’ê agir bi zeviyan dixin.